Li Hatay’ê 4 polîs hatin kuştin!
Nivîskar: rizgarionline Di: 27.07.2010 Sehet: 10:09
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Li Hatay’a bajarê Behraspî ya Tirkiyeyê wesîteyeke polîsan laqayî êrîşeke çekdarî hat û di encamê de 4 polês hatin kuştin 2 polîs jî birîndar bûn. Êrîşa çekdarî, li navçeya Dörtyol ya Hatay’ê, li kolana Özerliçay, li ber Avahiyên TOKİ pêkhat.
Qasê ku ajansên nûçeyan radighînin, êrîş, ji hundirê wesîteyeke ku pîlaqeya wê sexte bûye û bi çekên namlûdirêj hatiye lidarxistin. Kesên ku êrîş kirine, dûre wesîte berdane û reviyane. Navên polêsên ku di encama êrîşê de hatine kuştin weha ne: Ali Hacit Arat, Hasan Aslan, Emre Yalçın û Fatih Yıldız.
Piştî vê êrîşê Midûriyeta Ewlekarî ya Dörtyol’ê jî hatiye gulebarandin. Li vê derê pozberiyek demkurt derketiye, lê tê ragihandin ku kuştî an birîndar çênebûne û kiryarên bûyerê jî heta niha nehatine girtin. Piştî êrîşê, li ber avahiya ewlekariyê hin kes kombûne û slogan avêtine.
Rizgarî Online/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 113 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |