Li Ýnegöl’ê jî Kurd û Tirk bi hev ketin!
Nivîskar: rizgarionline Di: 26.07.2010 Sehet: 14:55
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Roj tune ku li bajar an navçeyek rojavayê Tirkiyeyê li hember Kurdan êrîþeke girseyî an jî provoqasyonek lidarnekeve. Doh êvarê jî li navçeya Ýnegöl ya Bursayê bûyereke weha qewimî.
Li gor nûçeyên ajansên tirk, bûyera dawî doh êvarê saet di 21.30an de li kolana Orhaniye’yê pêk hat. Wesîteyeke ku xortekî kurd diajot, li vê kolanê ji aliyê hin xortên tirk ve hate sekinandin. Xortan, ji þofêrê kurd re gotine ku, ew naxwazin êdî wî li wê mehelê bibînin û îqaz kirine. Piþtî gengeþiya ku li vê derê derketî, xortê kurd çûye û bi çend hevalên xwe re avêtiye ser qehweya ku xortên mehelê lê civiyabûne. Xortên kurd, bi kêr û daran êrîþî kesên ku ew îqaz kiribûne kirine. Di encamê de 5 xortên tirk bi derbên kêr û daran birîndar bûne û kurdên êrîþkar jî reviya ne.
Polêsan dûre gumanbarên êrîþê, Mehmet Þerif S., Mehmet S. ve Þenol S. girtine bin çavan. Piþtî ku bûyer belabûye û xelkê navçeyê bihîstiye, qerebalixa faþîst ya kombûyî berê xwe daye qereqola ku xortên kurd lê dihatin girtin.
Qerebalixê, ji polêsan xwestine ku, wan her sê kesan bispêrin wan, gengeþî derxistine û di encamê de 3 polês birîndar kirine. Girseya çavsor, ji hêrsan, 6 wesîteyên polêsan, ya dozger û wesîteyek jî a zabiteyan þewitandine. Herçiqas li ser vê yekê, hêzên ewlekarî yên teqwiye berê xwe dabin navçeyê jî, nikaribûne qerebalixê ji hev bela bikin.
Girseya nijadperest dûre sloganên wek‚ ’’Þehîd Namirin, ’Welat Ji Hev Parve Nabe’, ’Bimre PKK’ û ’Ev Der Ýnegöl e, Ji Vir Derketin Nîne’ avêtine. Li ser mezinbûna bûyerê Kurdên Ýnegöl’ê jî rêya bejayî ya Bursa û Eskiþehirê girtine û gengeþiya ku li navçeyê heyî hîn berdewam e.
Rizgarî Online/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 234 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |