Umeyrat: Soza alîkarî ya Barzanî dibe ku wext bigre
Nivîskar: rizgarionline Di: 26.07.2010 Sehet: 14:49
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Kurdê Lubnanê û Serokê Meclîsa Ayan, Muhammed Umeyrat, da zanîn ku, peyikandina soza alîkariyê a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku dabû Kurdên Lubnanê, dibe ku demeke dirêj bigre.
Umeyrat, diyar kir ku, beriya mehekê nûnerê serok Barzanî Sefin Gulanî di vê çarçoveyê de serdana Lubnanê kiriye û weha didomîne: ’’Şandeya Barzanî, ku hatibû Lubnanê, li ser rewş û mercên jiyana Kurdên vê derê lêkolînek kûr dan meşandin û dê li gor vê yekê gavan bavêje.’’
Li gor ragihandinên AKNewsê Umeyrat dibêje, ji bo bicîhanîna soza alîkarî ya serok Barzanî, dibe ku hewcedarî bi demê hebe.
Weke tê zanîn, Serokê Rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê Mesûd Barzanî, di meha nîsanê de serdana Lubnanê kiribû û li vê derê bi nûnerên dezgeh, partî û komeleyên Kurdan re hatibû cem hev. Barzanî piştî vê serdanê dabû zanîn ku, ew dixwaze di çarçoveya zagonên Lubnanê de alîkariya Kurdên Lubnanê bike.
RO/Cemil Süphan
WK/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 136 car hatiye xwandin.
|
|
| |
  |
|
Puan liserhev: 5 Deng: 1

|
|
|
 |

 |