Þingarî: Parastina herêmê yekem erka me ye
Nivîskar: rizgarionline Di: 25.07.2010 Sehet: 12:09
Ji aliyê rizgarionline
Wezîrê Hundir yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Þingarî diyar kir ku astengiya herî mezin ya rewþa ewlehiyê, rêxistina El-qaîde ye, û tekez kir ku azadiya welatiyan li herêmê hatiye parastin, her wiha destnîþan kir ku çekdarên PKK li zozanên Herêma Kurdistanê hene lê deverên ku tên bombebaran kirin welatiyên sivîl têde ne.
Kerîm Þengarî daxuyand ku giringtirîn erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê parastina ewlehiya herêmê ye û di vî warî de jî pêngavên baþ hatine havêþtin û me ji sala 1992’an ve hêzên parastinê wiha damezirandine ku di gel rewþa herêmê hev bigre, û tekez kir ku yekxistina hêza asayîþê karekî hêsan nîne, lê em mijûlî vî karî ne
Bi merema axaftina li ser rewþa ewlehiya herêmê û bingehên binecîbûn û astengiyên li pêþiyê, AKnewsê ev hevdîtin bi Wezîrê Hundir yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Þingarî re pêk aniye.
Di dewra niha de giringtirîn astengiyên li pêþiya ewlehiya hundir a Herêma Kurdistanê çi ne?
Em beþek ji Iraqê ne, lewma normal e ku her çi li Iraqê rû dide bandorê li rewþa me jî dike. Em dibînin ku Rêxistina El-Qaîde berdewam karên terorîstî li Iraqê bi cih tîne, Mûsil û Kerkûk gelek li sinorên niha yên bajarên Kurdistanê dûr nînin, di wan 2 bajaran de bi taybet li Mûsilê rêxistina han bi berfirehî kar dike, berdewam jî hewl dide ku bête Herêma Kurdistanê û rewþa binecî ya Kurdistanê têk bide, lewma ez dibêjim ku heya niha El-Qaîde astengiya me ya yekê ye.
Giringtirîn sedemên binecîbûna ewlehiya herêmê çi ne?
Yekem bingeh ew e ku me ji sala 1992’an ve saziyên ewlehiyê bi awayekê ku di gel rewþa Herêma Kurdistanê hev bigire durist kirine. Duyem, alîkarî û baweriya xelkê Kurdistanê bi saziyên ewlehiyê, her wiha hiþyariya tex û qatên civakê, sêyem, aktîvbûna rola civaka sivîl li Herêma Kurdistanê. Xala care, baweriya dezgehên ewlehiyê bo welat û xelkê xwe ye. Xala din, lêborîna olî li Kurdistanê ku wiha kiriye xelk bê cudahiya ol û netewe û mezheb xwe bi welatiyê Herêma Kurdistanê bizane.
Gelo tu dikarî bi tenê behsa Wezareta Hundir ya Herêmê bikî, yan tu dikarî behsa yek aliyên ewlehiya herêmê bikî?
Yekxistina dezgehên asayîþê karek hêsan nîne, me li Kurdistanê polîs û dezgehên Wezareta Hundir heye, asayîþa her du dezgehên parastin û zanyarî heye, pêngava yekem yekxistina dezgehên Wezareta Hundir bû, asteng hebûn lê ez dikarin bêjim ku yekxistina han baþ e û niha me yek wezaret heye ku biryar tê de der diçin. Ez nikarim bêjin yekeya asayîþê heye, ji ber heya niha nehatiye yekxistin û parastin û zanyarî hev negirtine, lê niha em mijûlî yekxistina asayîþê ne.
Niha rewþa ewlehiya Herêma Kurdistanê çiqas binecî ye bi taybet ku bûyerên cuda cuda rû didin?
Di welatên pêþketî de jî car car bûyerên ewlehiyê rû didin û ev bûyer di encama nebûna hemahengiyê nîne yan bi enqestî nîne, her çi rû dide demildest bi alîkariya hev hewla çareseriya wê tê dan.
Herêma Kurdistanê di gel ew hevpeymaniya navdewletî ku li hewla dijayetî û jiholêrakirina wê de ye ku jê re dibêjin terora navdewletî, çawan e?
Herêma Kurdistanê li rûy dijayetîkirina teror û rê girtina li grûbên terorîstî di bereya dijî terorê ya cîhanî de ye û hemû alîkariya pêwîst bi vê bereya navdewletî dike û ev jî siyasetek neguher û berdewam ya Herêma Kurdistanê ye.
Di dahatî de dê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêzên xwe li Iraqê vekêþe û biryar e di sala 2011’an de dawî bi vê pêvajoyê bê, pêvajoya han çi bandor li ser asayîþa herêmê heye?
Bi nêrîna min, ger DYA hêzên xwe ji Iraqê vekêþe, dê bandorek negatîv hebe, ji ber ku zêdebarê ku hinek nêrîn hene dibêjin hêzên ewlehî yên Iraqê amade ne û dikarin rewþa ewlehiyê kontrol bikin, lê ez di vê baweriyê de me ku ew hêzene hêþta bi temamî saz û amade nînin û pêwîstî bi rahênan û kel û pelên teknolojî yên zêdetir hene.
Sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê 6 mehan carekê raporê li ser rewþa rojnamevana belav dike, di rapora dawiyê de bûyerên binpêkirin, standina kamêra û girtinan zêde bûye, çima haletên han bi dawî nayên û berdewam rû didin?
Di welatê me de hemû kes azad e, azad e ku nêrîna xwe azadane nîþan bide, ez nabêjin ku þaþî di karên karmendên polîs yan asayîþê de rû nadin, dibe ku hinek halet rû bidin, lê piþtrast bin ku dê bên ceza kirin, belê sendîkaya rojnamevanan raporek belav kiriye, me li ser fermana Serokê Herêmê demildest lijneyekî lêkolînan pêkanî bi merema þopandina yek bi yek xalên ku di raporê de hatine, nûnereke sendîkaya rojnamevanan jî di lijneyê de ye û lijne bigihîje çi rastiyekê emê bipejirînin û tawanbar dê bên ceza kirin. Lê nabe pirensîpek me ji bîr biçe, ji ber ku xelk azad e, divê azadî bo hemû xelkê bê parastin, heqe rojnamevan ew mafê ku bo xwe rewa dibîne bo xelkê jî bibîne.
Îran û Tirkiye car car sinorên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin û zirarên curecur bi herêmê digehînin, bi nêrîna te çareseriya dawiyê bo vê pirsgirêkê çawan dibe bi taybet ku ew welat tekez li ser hebûna Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di nav axa herêmê de dikin?
Rast e PKK di zozanên dijwar yên ser sinor in, lê gelek deverên ku tên topbarankirin, PKK tê de akincî nîne, ji ber ku tenê welatiyên sivîl û sewal dibin qurbanî, lewma topbaranê zirarek zaf bi xelkê me gehandiye û digehîne”.
Karên lijneya 3 alî ya Iraq, Tirkiye û DYA ku nûnerê herêmê jî tê de beþdar e bo çareserkirina pirsgirêka PKK'ê gihîþtiye kî derê?
Belê lijneyek 3 alî ya Tirkiye, Iraq û Amerîka heye û nûnerê Herêma Kurdistanê jî tê de beþdar e, di lijneyê de hemahengiya baþ heye û em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya baþ ya vê lijneyê dikin.
Ev heyameke bi taybet di dema rawestandina topbaranan, behsa duristkirina dîwarê cuda kirinê ji hêla Îranê ve li sinorên herêmê tê kirin, nêrîna herêmê di vî warî de çiye?
Her welatek di nav sinorên xwe de her çi durist dike mafê wî ye da ku ewlehiya xwe biparêze.
Heftiya derbasbûyî medyayan belav kirin ku Tirkiyeyê daxwaza 260 kes ji berpirsên PKK dike, gelo lîsteya han bi fermî gihîþtiye herêmê? helwesta Hikûmeta Herêmê çiye?
Lîstek fermî pêþkêþî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin ku çi berheviyekê bigirin ber, lîsteya han bo hemû balefirxaneyan hatiye þandin ku nabe ew li Kurdistanê hatin û çûnê bikin, Em tenê dikarin riya bikaranîna balefirxaneyên herêmê li wan bigrin, her wiha em rê nadin ku bi derwazeyên herêmê hatin û çûnê bikin, dema ku fermana girtina her kesekê ji hêla polîsê Interpol hate dan divê li gorî vê fermanê bin.
Hinek medyayên Tirkiyeyê dibêjin desthilatdarên Herêma Kurdistanê hebûna PKK û baskên wê yên ser sinor wekî karteke zextan bi kar tînin?
Ev axaftin bê bingeh in, PKK bi daxwaza me nehatiye ser sinoran ku em wan bi kar bînin. Aliyek din ya mijarê ew ku me pêwendiyek baþ bi Tirkiyeyê re heye û hewl jî didin ku baþtir bikin, lewma çawan em PKK wekî karta zextan bi kar bînin. Tu car Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vî awayî riftarê nake.
Hinek bûyerên hundirê Kurdistanê û bombebaranên ser sinor berhemanîn û sermaguzarên derekî ditirsîne, çawan dibe wan metirsiyan nehêlin û berhemhêner zêdetir berê xwe bidin Kurdistanê?
Bi rastî bûyerên Iraqê bandorek zaf hene, zaf medyayên cîhanê ku behsa Herêma Kurdistanê dikin bi bakurê Iraqê didin zanîn, Iraq jî mixabin roj nîne ku êrîþ û teqînan bi xwe ve nebîne, ev mezintirîn asteng e li pêþiya hatina zêdetir ya berhemhêneran bo Herêma Kurdistanê. Lê ewên ku tên vir û bi çavên xwe dibînin, dibêjin ku em parastinê naxwezin.
Hêjayî gotinê ye ku di kabîneya 5’ê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Kerîm Þengalî Wezîrê Hundir bû û piþtî hilbijartina parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê navbirî di postê xwe de ma.
Raport: Ebdulrezaq Elî
Wergêr: þm AKnews
Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 112 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |