Jeffrey: Heger hûn veqetin, hûnê bibin welatek çîna sêyem ya Rojhilatanavîn
Nivîskar: rizgarionline Di: 24.07.2010 Sehet: 15:04
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Balyozê Emerîkî yê Enqerê James Jeffrey, beriya ku dawî li sefîrtiya xwe ya Tirkiyeyê bîne, komeke parlamenter vexwend û bi wan re diyalogên balkêþ danî. Jeffrey, beriya ku ji Enqerê veqete, di rezîdansa sefareta emerîkî de çend parlamenterên ku grûbên wan di meclîsê de hene vexwend û bi wan re sohbet kir. Cîgirserokê Giþtî yê AKP’ê Abdülkadir Aksu, parlamenterê AKP’ê yê Kýrýkkale’yê Vahit Erdem, parlamenterê CHPê yê Stenbolê Ýlhan Kesici, Wekîlserokê Grûba MHPê Oktay Vural û parlamenterê BDP’ê yê Mûþê Sýrrý Sakýk di vê vexwendinê de de cihên xwe girtin.
Rojnameya Hürriyet’ê radighîne ku, di danûstandinê de babet hatiye ser meseleya Kurdan, ku ka dixwazin veqetin an na. Parlamenteran gotine, Kurdên Tirkiyeyê ji Kurdên Îran, Îraq û Sûriyeyê cûdatir in; ketine nav hev û bi sedsalan in ku bi hevre dijîn. Li ser axaftina Sakýk, Jeffrey gotiye, ’’Heger hûn veqetin, hûnê bibin welatek pileya sêyem ya Rojhilatanavîn û Tirkiye jî dê wek welatek rojava berdewamî li rêwîtiya bike.’’
Sakýk jî xwedêgiravî gotiye ku, ’’Em naxwazin di çiravka (avzêlk-bataklik) Rojhilatanavîn de bibin welatek. Em dixwazin Tirkiye xwe bi cîhana rojava re entegre bike, nirxên ewrûpî û azadiyên demokratîk bihebîne, mafên demokratîk yên gelan binase û welatek pêþketî be. Heger îro ji bo veqetandinê di nav Kurdan de referandûmek bê çêkirin, dê nisbeteke gellek biçûk derkeve. Dibe ku ancax ji sedî 3 kes veqetandinê bixwazin.’’
Dema ku Sakik got, ’’Emerîka, biserket ku bibe Emerîkaya hemû gelan. Îro keseke reþ bûye serokê emerîkiyan’’, Jeffrey, diyar kir ku: ’’Em bi hêsanî nehatin van rojan. Me bedelên giran dan. Me 600 hezar însanên xwe wenda kir.’’ Parlamenterê Kirikkaleyê Vahit Erdem jî, li ser vê yekê got: ’’Emerîqayê xwe nû gihandiye vê merhalê, lê ev yek li cem me her hebû. Cemal Gürsel û Turgut Özal’ê ku ji çarî yek Kurd bû, serokkomarî kirin.’’
RO/Cemil Süphan
WK/Yado Ciwan
Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 197 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |