'Heger te 5 caran PKK qedandibe, wê demê te 6 caran jî vejandiye’
Nivîskar: rizgarionline Di: 24.07.2010 Sehet: 13:51
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Ali Nesin’ê ku bi şîroveyên xwe yên balkêş tê naskirin, bersiv da sererkanê tirk İlker Başbuğ. Nesin, li ser çareserkirina pirsa turbanê got, heger rektor hefsê bidin ber çavê xwe, dê ev mesele çareser bibe.
Prof. Dr. Ali Nesin’ê ku li Tirkiyeyê yek ji matematîkzanên herî navdar e, di 22yê Tîrmehê de tevlî bernameya “Akılda Kalan” ya Nuriye Akman, ku di TRT'ê de pêşkêş dike, bû. Nuriye Akman’ê gotinên nivîskarê rojnameya Sabahê Emre Aköz, ku gotibû: ’’ İlker Başbuğ dibêje, ’Heger em bi awayek matematîkî li meselê binêrin, hêzên ewlekariyê di hundirê 26 salan de rêxistina teror PKK 5 caran qedandine, ev tesbîteke’. Pêşniyara min li Başbuğ ew e ku, bila bi matematîkzan Ali Nesin bişêwire’’ anî bîra Nesin û xwest nêrînên wî bigre. Nesin, li ser vê şîroveyê weha bersiv da:
’’Bi çi awayî qedandiye? Heger 5 caran qedandibe, wê demê 6 caran jî vejandiye. Ji nû ve daye destpêkirin. Ev tişt polîtîqa ne, demagojî ne, herkes dike.’’
Nesin, ji bo pirsgirêka turbanê jî weha axifî: ’’Rektor divê ji ti deveran emir negrin. Divê biryarê dadgeha makezagonê nenasin û ketina hefsê bidin ber çavê xwe. Ketina hefsê jî ewqas ne tişteke xerab e. Îşkence tune be tiştek nîne. Heger kaxez û pênûsa te hebe û tu wê bikaribî bixebitî, ne mesele ye. Bila ji hefsê netirsin.’’
RO/Cemil Süphan
WK/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 230 car hatiye xwandin.
|
|
| |
  |
|
Puan liserhev: 5 Deng: 1

|
|
|
 |

 |