Ji bo 52 generalên ku pîlansaziya darbeyê kiribûn biryarê girtinê derket!
Nivîskar: rizgarionline Di: 24.07.2010 Sehet: 12:56
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Ji bo generalên tirk ku nikaribûn pîlanên xwe yên darbeyê bibin serî, biryarê girtinê derket… 102 sûbayên ku 52 yê wan general in, dê bi boneya pîlanên darbeya ’Balyozê’ bêne darizandin. Dê rûniştina yekem ya vê dozê, di 16ê Çileya Pêşîn de li Girtîgeha Silivri pêk bê û dê bi tevahî 196 leşkerên rutbeyên wan cuda bên darizandin. Di nav van şexsan de kesên wek Fermandarê Hêzên Hewayî yê berê İbrahim Fırtına, Kevnefermandarê Hêzên Behrî Oramiral Özden Örnek û Fermandarê berê yê Artêşa Yekemîn Çetin Doğan jî hene. Ji generalên ku girtina wan tên xwestin 26ê wan teqawîtbûyî û 26ê din jî hîn wezîfedar in. Di nav van 196 kesan de bersûcê yekem Çetin Doğan e û Dogan, berê jî du caran hatibû girtin; lê dûre serbest hatibû berdan. Doznameya ku ji 968 rûpelan pêk tê, ji 183 klasoran ava dibe. Li gor ajansên nûçeyên tirk, li bendê ye ku ev kes bên Adliyeya Beşiktaş ya Stembolê û teslîm bibin.
Li gor doznameya ku ji bo van kesan hatî amadekirin de tê gotin ku, van kesan ji bo ku li welêt atmosfera darbeyê û û rewşeke kaotîk çêbibe pîlanên livbaziyan amadekirine û di nav artêşê de ji bo ku bigihîjin armancên xwe rêxistineke hiyararşîk çêkirine.
Kesên ku ji bo wan biryarê girtinê hatine derxistin weha ne:
Çetin Doğan, Dursun Çiçek, Özden Örnek, Halil İbrahim Fırtına, Ergin Saygun, Nejat Pek, Mustafa Korkut Özarslan, Engin Alan, Şükrü Sarıışık, Ayhan Taş, Ramazan Cem Gürdeniz, İzzet Ocak, Süha Tanyeri, Bülent Tuncay, Nuri Ali Karababa, Gürbüz Kaya, Mustafa Çalış, Nurattin Işık, Hasan Basri Aslan, Ali Rıza Sözen, İlkay Nerat, Veli Murat Tulga, Behzat Balta, Halil Kalkanlı, Tuncay Çakan, Hasan Fehmi Canan, Salim Erkal Bektaş, Ahmet Yavuz, Ahmet Küçükşahin, Recai Elmaz, Ahmet Şentürk, Mümtaz Can, Fatih Altun, Mehmet Kaya Varol, Recep Yıldız, Bekir Memiş, Ali İhsan Çuhadaroğlu, Mehmet Yoleri, Metin Yavuz Yalçın, Yurdaer Olcan, İhsan Balabanlı, Emin Küçükkılıç, Hakan Akkoç, İkrami Özturan, Burhan Gökçe, Doğan Fatih Küçük, Gökhan Gökay, Nihat Özkan, Hasan Nurgören, Sırrı Yılmaz, Abdullah Zafer Arısoy, Abdullah Dalay, Ahmet Feyyaz Öğütçü, Özer Karabulut, Mehmet Otuzbiroğlu, Kadir Sağdıç, Ali Deniz Kutluk, Turgay Erdağ, Taylan Çakır, Ahmet Türkmen, Mehmet Fatih Ilgar, Cem Aziz Çakmak, Muharrem Nuri Alacalı, Ali Semih Çetin, Utku Arslan, Fatih Uluç Yeğin, Levent Erkek, Levent Çehreli, Hakan İsmail Çelikhan, Ertuğrul Uçar, Ali Türkşen, Tayfun Duman, Nihat Altunbulak, Ercan İrençin, Bora Serdar, Levent Görgeç, İbrahim Koray Özyurt, Dora Sungunay, Soner Polat, Meftun Hıraca, Yaşar Barbaros Büyüksağanak, Hasan Gülkaya, Faruk Doğan, Mücahit Erakyol, Abdullah Gavremolu, Kıvanç Kırmacı, Yusuf Ziya Toker, Cengiz Köylü, Hanifi Yıldırım, Cemal Temizöz, Bulut Ömer Mirmiroğlu, hakan Sargın, Hüseyin Özçoban, Yusuf Kelleli, Hüseyin Topuz, Murat Özçelik, Mustafa Önsel, Ali Aydın, Ahmet Tuner, Gökhan Çiloğlu, Halil Helvacıoğlu, Suat Aytın.
RO/Zilan Dersim
WK/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 128 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |