HPG: Li Çelê qereqol hate îmhakirin: 30 leşker hatin kuştin
Nivîskar: rizgarionline Di: 20.07.2010 Sehet: 22:28
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ PKK’ê doh nîvê şevê êrîşek bir ser qereqolek Çelê ku li ser Çolemêrgê ye. Çapemeniya tirk radighîne ku di encama êrîşan de 7 leşker hatine kuştin, 17 leşker birîndar bûne û gêrîllayekî jî jiyana xwe wenda kiriye.
PKK’yîyan di saet yekûnîvê şevê de, ji du hêlan ve bi çekên namlûdirêj û bi roketavêjan êrîşî yekîneya qomando a girêdayî tûxaya Qeyseriyê kirine. Bi
hêzên teqwiye yên leşkerî pevçûn heta danê sibê domiyaye. PKK’ê par jî li heman deverê bi teqandina mayinan 6 leşker kuştibû û 8 jî birîndar kiribû.
Di vê navberê de HPG’ê bi çavkaniya ANF’ê ragihand ku, qereqola Xantepe ya seyyar ji binî ve hatiye îmhakirin û 30 leşker hatine kuştin. Herweha HPG’ê dest daniye ser çek û muhîmmatên leşkerî.
Rizgarî Online/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 176 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |