Ya hep ya hiç siyaseti
Sedat Günçekti
Referandum: Kürdler ve Türkler
Yaþar Karadoðan
Yeni Osmanlýcýlýk, Kemalizm ve kefen hýrsýzlýðý...
Serdar Roþan
Evet, mi? Hayýr mý? Boykot mu? Dördüncü Seçenek Yo...
N. Ferhat Saðnýç
Def yan Erbane
Xidir Ûso
PKK’nýn mayýnlarý- Dört yurtseverin öldürülm...
Ibrahim Güçlü
E-Mail hat guhertin! E-Maila nu: inforizgari@yahoo.de                             E-Mail adresimiz degisti! Yeni E-Mail: inforizgari@yahoo.de                             Our E-Mail is changed! New E-Mail : inforizgari@yahoo.de                             Unsere E-Mail wurde geaendert: Neue E-Mail : inforizgari@yahoo.de                            
Video | Arşiv | İstatistik | Anket | Links | Email  
Nivîskarên Mêvan
C.Doðan:
Öymen ve Hitler’in zihinsel kardeþliði
Ferzan Bakur:
Ortadoðu, Siyaset ve Deðiþim
Fettah Karagöz:
Anayasa deðiþikliði ve Kürdler
Kadir Satýk:
“Açýlým”
M. Nureddin Yekta:
Kürdler Türk'ün dostudur ya Türkler?
Merîh Nergîs:
Kabilîn gölgesi
N. Ferhat Saðnýç:
Evet, mi? Hayýr mý? Boykot mu? Dördüncü Seçenek Yok mu?
Rucan Keleþ:
44 insanýn katili kim?
Seyidxan Kurij:
Hevpeyvîn bi Îsmaîl Beþîkçî re
Siddîq Bozarslan:
95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) û Kurdan
Zinarê Xamo:
Anketeke pir girîng
Çalakî-panel-þahî..
Dosyaya Taybet
Pirtûk û kovar..
Vê gavê, 184 mêvan û 0 endam liserxetê ne.
  • Têketina Endaman
  • Nûçe & Þîrove (Kurdistan) Li Diyarbekîrê Darbeya Dadgehê…
    Nivîskar: rizgarionline Di: 06.02.2010 Sehet: 15:16
    Ji aliyê rizgarionline

    Îbrahîm GUÇLU / Duho (04. 02. 2010), Doza TEVKURDê pêk hat.

    Qadiyê dadgehê Îlker Yilmazî û dozger jî Medet Erkaplanî bû.
     
    Sebahaddîn Korkmazî, Sedat Çinarî, Sitki Zîlanî jî wek parêzerên min beþdarî dadgehê bûn.
     
    Di diruþmeya bihurî de ji bona ku werger nehatibû dadgehê, biryar hatibû girtin ku ji Unîversîteya Dîcleyê wergerekî kurdî bê daxwaz kirin. Unîversîteya Dîcleyê ev daxwaza dadgehê pêk anîbû û werger tespît kiribû.
     
    Werger jî beþdarî dozê bibû.
     
    Lê dema dozê dest pê kir, diyar bû, ku qadiyê dadgehê hatiye guhertin. Dema ku qadi dest bi dozê kir, ji parêzerê min Sebahadîn Korkmazî pirsiya ku “mûwekîlê te tirkî dizane û an na.” Wî jî bersîv da, ku “Mûwekîlê min parêzer e. Tirkî dizane. Lê ew bi xwe nivîskar e û ji bona mafên kurdan bi dehsalan e ku têkoþînê dimeþîne. Ev doza dozeke siyasî heye. Mûwekîlê min ji bona ku asîmîslasyon û qedexeya li ser zimanê kurd protesto bike li dadgehê kurdî qise dike. Ez jî di wê baweriyê sde me, ku mafê wî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî li dadgehê qise bike û parêznameya xwe bi kurdî pêþkêþî dadgehê bike.”
     
    Piþtî ev daxuyaniya parêzerê min Sebahadîn Korkmazî, qadiyê dadgehê ji dozger û ji parêzeran hîç nerînek nepirsî, biryar da, ku hewcedarî bi werger tune ye.
     
    Piþtî vê biryarê, encama îtiraza parêzerên min, qadi mecbûr bû, ku nerînên dozger û parêzerên min bigre. Parêzerên min, gorî Peymana Lozanê û peymanên navneteweyî û hiquqa navneteweyî û biryarên AÎHME-yê diyar kirin, ku ez xwediyê maf im, ku bi kurdî li dadgehê parêznameya xwe pêþkêþ bikim.
     
    Dozger jî, gelek aþkere diyar kir, ku “Wek berê dadgehê biryar daye, ji bona ku mafên kesê dadgeh dibe naye sînorkirin, divê nerînên wî bi reya werger bê girtin.”
     
    Di vê merheleyê de min jî xwest, ku bîrûreyên xwe diyar bikim. Qadiyê dadgehê ji bona, ku min kurdî qise kir, îzin neda min, ku ez qise bikim û parêzerên min jî nerînên min bikin tirkî.
     
    Rast e, ez tirkî dizanim û ez parêzer im. Lê ez dozger û xebatkarekî neteweya kurd im. Ez, ji bona ku gelê min mafên xwe yên kollektîf qezenç bike tevdigerim. Ji bona vê yekê jî, di dadgehê de bi kurdî axeftin, wezîfeyeke min ya însanî û neteweyî ye.
     
    Ji aliyê din de, qadiye dadgehê hîç ji me nepirsiya, dosya ji “kesêzanyar/bilirkiþi” re þand. Ez bi xwe li dijî dezgeha “kesêzanyar” im. Dîsa ez di wê baweriyê me de ku tu kes û tu dezgeh xwediyê maf nîn e, ku di derheqê fikrê kesekî din de biryar bigre, ku ew fikra tewan e û an ne tewan e. Lewra ev dezgeha li dijî azadiya fikir û xweîfadekirinê ye jî.
     
    Hezar mixabin qadiyê mehkemeye li dijî daxwaza dozger û parêzerên min biryar girt, ku bi werger nerînên min neyên girtin.
     
    Ev biryara qadiyê dadgehê, beriya her tiþtekî, li dijî biryara qadiyê beriya wî bû û li dijî hevbeþiya dadwerî bû.
     
    Ev biryara, di sedsala 21-an de li Tirkiyeyê zihniyeta ne demokratîk; zihniyeta otorîter û faþîzan rasterast derdixe holê.
     
    Ev biryara, li dijî azadiya fikir û xweîfadekirinê ye.
     
    Vê biryarê careke din derxist holê, ku di zihniyeta otorîter û kemalîst de, di berdewamiya zihniyet û dîktorýya leþkerî de dadgeh xwediyê rolekî mezin in.
     
    Ji bona vê di doza TEVKURDê de “darbeya dadgehî” pêk hat.
     
    Ev biraya li dijî, pîvanên Yekîtiya Ewrupayê û demokrasyê; biryarên AÝHMê ne.
     
    Bi taybetî jî ev biryara nîþan dide, ku Tirkiye ne amade ye, ku bi zimanê kurdî li dezgehên dewletê bê qise kirin û bi zimanê kurdî perwerdeyî ya zarokên kurd pêk bê. Ew jî, zehmetiya çareserkirina “pirsa kurd” diyar dike.
     
    Ev biryara, bê edaletî û ne weheviyê aþkere dike.
     
    Bi vê biryarê careke din derket holê ku, neteweya tirk serdest û kolonyalîst e; neteweya kurd bindest û kolonî ye.
     
    Baþ tê zanîn, dema ku ji aliyê maf û statuya siyasî de, di navbeyna kurd û tirkan de wekhevî pêk nayê, wê demê dewleteke nû ya hevbeþ, dewleta kurd-tirkan ava kirin; karektera Meclîs û Hikumeta unîter guhertin ne mimkun e.
     
     
    Amed, 05. 02. 2010

     Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne   350 car hatiye xwandin.



     
    · Zêdetir Nûçe & Þîrove (Kurdistan)
    · ji rizgarionline


    Nûçeya herî zêde hatiye xwandin li ser Nûçe & Þîrove (Kurdistan):
    'Dema jina kurd bi zanabûn bibe evînê azadî û rizgariya xwe, ew dê azadiya welat jî bistîne'

    Puan liserhev: 0
    Deng: 0

    Tika ye, vê nivîsarê binirxîne:

    Şahane
    Gelek baş
    Baş
    Ne baş, ne xerab
    Xerab




    Editor: M.Sarica

    Print this page | Send to a friend!
    Rizgari News-RSS | News-RSS | Twitter
    Ravakirina Malperê: 0.54 Saniye
    Add Favorites: Facebook | Myspace | Google | Twitter | Digg | Del.icio.us | Reddit | Webnews | Folkd | Mister Wong | Linkarena