’Divê Tatlıses strana “Agir Ketiye Dilê Min’’ ji Erdoğan re bisitire’
Nivîskar: rizgarionline Di: 06.02.2010 Sehet: 15:04
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Ev daxwaz, ricayeke nivîskarê rojnameya Milliyet’ê Can Dündar e, ku ji İbrahim Tatlıses dixwaze. Dündar, beriya ’’civîna vebûnê’’, ku wê Serokwezîr Erdogan di 20ê Sibatê de, li Dolmabahçe ya Stembolê bi hunermendan re pêk bîne, ji İbrahim Tatlıses tika dike ku vê stranê biqîre û sedemê vê yekê jî di nivîsa xwe ya îroyîn de weha tîne ziman:
’’Ji İbrahim Tatlıses tikayek min heye. Bila li Dolmabahçe’yê ji bo serokwezîr strana “Agir Ketiye Dilê Min’’ bisitire. Û dûre jî bibêje:
’Ji bo vebûna kurd we em vexwendin vê derê…Lê hûn dizanin ku beriya 2 mehan li Enqerê, xorteke 29 salî, di şahiyek rojbûnê de, ji ber ku di hundirê barekê de heman stran gotibû, ji aliyê polêsan ve hatibû gulebarandin.’’
Bila bibêje:
’’Emrah Gezer karzazî (işletme) xwendibû…Heger nehatana kuştin, wê bibûya Serokê Partiya Tirkiyeyê ya Abdüllatif Şener Şaxê Diyarbekir. Ji 15 guleyên ku polês lê reşandibûn, yek ji wan ji piştê derxistin.’’
Bila bibêje:
“Tenê yek sûcê wî hebû. Ew jî stranek ku hûn dibêjin, ’’Êdî serbest e’’, em herroj, li her deverê bi rihetî disitirin, ewî jî sitirîbû.’’
Bila bipirse:
“Qey kurdî di teoriyê de serbest, di pratîkê de qedexe ye? Emê vêga çawa ew agirê ku ketiye dilê bavê Emrah vemirînin?’’
Rizgarî Online/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 392 car hatiye xwandin.
|
|
| |
  |
|
Puan liserhev: 5 Deng: 1

|
|
|
 |

 |