Erdoðan: ’Bila sîyaset þîretan li hunêr neke’
Nivîskar: rizgarionline Di: 06.02.2010 Sehet: 14:48
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ AKP ji ber ku ’vebûna demokratîk’ bi gel bide fêmkirin, wê di 20ê Sibatê de 60 hunermendan vexwîne û bi wan re civînekê lidarbixe. Berpirsê Medya û Danasînê û Cîgirê Serokê Giþtî yê AKPê Hüseyin Çelik, li ser vê yekê da zanîn ku, ewan hunermendên wek Ajda Pekkan, Sezen Aksu, Ferhat Göçer, Ýbrahim Tatlýses, Emel Sayýn û Yýlmaz Erdoðan vexwendine, wê bi wan re li ser vebûna demokratîk danûstandinan pêk bînin û piþtgiriya wan bixwazin.
Li gor ajansên tirk, AKP, wê piþtî civîna bi hunermendan re, nivîskarên wek Yaþar Kemal, Adalet Aðaoðlu, Orhan Pamuk û Ayþe Kulin jî vexwîne û serî li dîtinên wan bide. Li ser vexwendina hunermendan, ji NTV’yê Can Dundar, Yýlmaz Erdoðan bi telefonê girêda bernama xwe a vi navê ’Canlý Gaste’ û xwest nêrînên wî bigre.
Erdoðan, di bernameya Dundar de nêrînên xwe weha anîn ziman û bersiv da pêþniyara Serokê Giþtî yê BDPê Selahhattin Demirtaþ ku gotibû ’Divê Yýlmaz Erdoðan û Mahsun Kirimizigul bi zimanên xweyî zikmakî fîlman bikþînin’.
’’Hîn vexwendname neketiye destê min. Lê xebateke pir girîng e. Dema vê yekê hatibû. Diviyabû hin tiþt bên kirin. Daxwaza girtina nêrînên me, pir girîng e û tiþteke wusa cara yekemîne ku diqewime. Ev pirsgirêk 25 sal e didome. Helbet divê em ne li bendê bin ku, wê tu pirsgirêk dernekevin. Divê em bi aramî bilivin.’’
Erdoðan, li ser pêþniyara Demirtaþ jî weha bersiv da: ’’Tu selahiyeta siyasetê nîne ku ji hunêr re bêje ’Bila bikin, bila çêkin’. Hewcedarî bi bîrxistinê nîne. Helbet, li ser niyeta wan ya pak gumanek min nîne. Lê hunermend bi têgihandinên xwe kar dikin. Herweha, êdî kirina karên bi kurdî jî tiþtên normal in. Divê wusa nebe. Di kongreyan de bi bangên populîst ev mesele nikarin bên çareserkirin. Li vê derê însanan bedelên gellek giran dane. Hinek bêhizûrî biqewime jî, ev yek ewqas ne girîng e. Çi bikeve ser milên min ez amade me.’’
RO/Ömer Kaçar
WK/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 362 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |