Borsaya Kurdistanê bi resmî hate vekirin
Nivîskar: rizgarionline Di: 06.02.2010 Sehet: 12:25
Ji aliyê rizgarionline
Pêncşema borî li Otela Sheratonê li Hewlêrê di civîneke rojnamegeriyê de bi awayekî resmî vekirina Borsaya Kurdistanê hate ragihandin ku her yek ji hikûmeta herêm û kerta taybet tê de xwedî pişk in û ji %13ê pişka wê ji bo welatiyan hatiye terxankirn.
Birêveberê Borsaya Kurdistanê Ebdullah Ebdulrehman di civînê de got:” Ev cara yekê ye li herêma Kurdistanê bi rezamendiya hikûmeta Iraqê Borsaya Kurdistanê tê vekirin. Pişka hikûmeta herêmê di borsayê de ji %20ê ye, pişka welatiyan jî %13ê ye û pişkên din jî ji bo şîrket û kerta taybet e.”
Ebdulrehman got:” Heta nuha ji bilî jimaryek ji bankayên Kurdistan, Iraq û çend zanîngehên taybet, pişka 19 şîrketên mezin,wezareta darayî,wezareta karûbarê şehîdan û enfalkiriyan,odeyên bazirganiyê yên Hewlêr,Dihok û Silêmaniyê di borsayê de hatiye tomarkirin. Emê hewl bidin di paşerojê de Borsaya Kurdistanê bi borsayên cîhanê ve bê girêdayîn.”
Pukmedia Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 287 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |