Baydemir, bi peyva ’gêrîlla’ dewlet 2 hezar TL xusirand
Nivîskar: rizgarionline Di: 05.02.2010 Sehet: 14:37
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online / Þaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemir, ji ber ku di axaftineke xwe de gotina ’gêrîlla’ bikaranîbû, dozgerên dewletê li hember wî dawe vekiribûn. Dadgehê pêr biryarê xwe da. Baydemir, beraat kir û dadgehê herweha biryar da ku mesrefên parêzerî yên Baydemir, ku 2 hezar TL hate hesabkirin, ji xezîna dewletê bê pêþwazîkirin.
Baydemir, par li Amedê bi munasebeta 1ê Êlûnê-Roja Aþitiyê a Cîhanê û operasyonên li dij KCK’ê, axaftinek kiribû û gotibû, ewî ji bo gêrîllayên li Cûdî hatine kuþtin jî, ji bo leþkerên li Reþadiyeyê hatî kuþtin jî heman êþ his kiriye.
Di daweya ku li ser van gotinan hatî vekirin de, dadgehê biryar da ku Baydemir ’’propogandaya rêxistina teror nekiriye’’ û beraat dayê. Dadgehê, herweha biryar da ku mesrefên Baydemir yên parêzeriyê, ku 2 hezar TL girtiye, ji kîsî xezînê li Baydemir bê vegerandin.
Rizgarî Online/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 317 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |