Gates, rêwiyê Tirkiyeyê ye !
Nivîskar: rizgarionline Di: 05.02.2010 Sehet: 14:09
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Wezîrê Parasatinê yê Emerîqayê Robert Gates, ji bo ku tevlî civîna wezîrên parastinê yên NATO’yê, ku doh li Stembolê destpêkir bibe, dê bê Tirkiyeyê. Gates, piþtî zîrveya navxweyî ya wezîrên parasatinê yên NATO’yê, wê herweha li Enqereyê jî hevdîtinan li dar bixe.
Qasê ku çapemeniya tirk radighîne, wê di civîna NATO’yê de li ser mijarên sereke yên wek Afxanîstan, Konsepta Nû ya Stratejîk a NATO’yê û çavkaniyên diravî bê sekinandin. Gates, herweha wê li Enqerê jî bi rayedarên tirk re li ser babetên wek, ’Di Tebaxa 2010an de ji Îraqê paþvekiþandina hêzên emerîkî, tasfiyekirina PKK’ê a li Herêma Federe a Kurdistanê, mekanîzmeya sêqolî ya Emerîqa, Tirkiye û Îraqê, û meseleyên ewlekariyê jî danûstandinan pêk bîne.
Gates, wê di çarçoveya serdana xwe ya Enqereyê de, bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derveyî yên tirk re jî bê cem hev.
RO/Zilan Dersim
WK/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 263 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |