Salman: ’Zarokên tirk jî, yên kurd jî þehîd in’
Nivîskar: rizgarionline Di: 05.02.2010 Sehet: 08:40
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online / Lîstikvanê sînemayê û nivîskarê kovara ’’Turk Solu-Çepê Tirk’’, ku li hember kurdan bi weþanên xwe yên nijadperest tê naskirin, Ilyas Salman, di kanala Haberturk’ê de bêþdarî bernameya ’Söz Sende’ ya Balçiçek Pamir’ê bû û ’’emperyalîzm’’ da ber topê.
Pêþkêþvana bernamê Balçiçek Pamir’ê herçiqas ji Salman xwest ku helbestan bixwîne, ewî israr kir ku nêrînên xwe yên li ser pirsa kurd û vebûna kurd bîne ziman. Salman, diyar kir ku dema di kovara ku ew jî tê de dinivîse nûçeya ’Ji kurdan alivêrê nekin’ derketiye, ewî ev nivîs rexne kiriye û li dij derketiye.
Salman, di berdewamiya axaftina xwe de got: ’’Ez vê yekê dibêjim, ji bo berjewendiyên emperyalîzmê ew zarokên belengaz, ku li çiyê hevûdin dikujin; zarokên tirk jî, yên kurd jî, herdu jî þehîdê emperyalîzmê ne. Dema ev belengaz hevûdin dikujin, ew jî bi kêfxweþî temaþe dikin. Gelo kesên desthilatdar ji bo aþitiya kurd û tirkan ev vebûn dane destpêkirin? Nexêr… Emerîqa ji wî alî ve emir dike.’’
Rizgarî Online/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 434 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |