Bahçeli: “Ez dizanim, divê kengê biçim Diyarbekir“
Nivîskar: rizgarionline Di: 24.11.2009 Sehet: 15:18
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online / Serokê Giþtî yê MHP’ê Devlet Bahçeli, li ser êrîþa Îzmîrê a li hember konvoya DTP’ê û daxwuyaniyên Ahmet Turk, ku gotibû, “Heger li van bajaran ji bo fealiyetên me yî siyasî astengî bê derxistin; wê hin partîyên din jî nikaribin biçin hin deverên din yên Tirkiyê“ reaqsiyon nîþan da û got: “Ewê bibînin, dema wextê wê bê, ezê çawa biçim Diyarbekir“
Bahçeli, li ser êrîþa kevirî û protestoya li hember konvoya DTP’ê nerazîbûna xwe anî ziman û ev yek wek ’lênêzîkbûnek pir þaþ’ nirxand. Bahçeli, herweha di navbera êrîþên li Îzmîrê qewimî û AKP’ê de jî têkilî danî û got, “Bila haya herkesî ji leyistokên AKP’ê hebin.“
Bahçeli, bûyerên li Îzmîrê qewimî bibîranî û da zanîn ku, ewî du roj beriya bûyerê ji rêxistinên MHP’ê re teblîxat þandiye, da ku rê li ber meseleyên weha venekin û li hember kemînên AKP’ê þiyar bin. Bahçeli, li axaftina xwe weha domand: “Me dizanî, wê bixwazin kê bikarbînin. Bûyerên li Îzmîrê pêkhatî, ji berê ve hatine pîlankirin. Dema MHP’ê ya hêk-avêtinan nîne.“
Rizgarî Online/Yado Ciwan
Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 483 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |