Atalay: 'MOSSAD’ê kurd perwerde kirin'
Nivîskar: rizgarionline Di: 24.11.2009 Sehet: 14:21
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Wezîrê Karên Hundir yê Tirk Beþir Atalay, di axaftina xwe ya li qempa AKP’ê ya Kýzýlcahamam’ê got: “Bûyera ku ez herî zêde êþandime, ji aliyê Îsraîlê ve damezirandin û perwerdekirina rêxistina îstîxbaratî ya Bakûrê Îraqê ye.“ Li gor çavkaniya rojnameya Bugün’ê, “Atalay, dema ji bo dawîlêanîna PKK’ê qala hevdîtin û danûsatndinanên xwe kiriye, aniye ziman ku, bûyera ew herî zêde êþandî, ji aliyê Îsraîlê ve damezirandin û perwerdekirina rêxistina îstîxbaratî ya Bakûrê Îraqê bû ye.“
Heta niha gellek spekulasyon hatibûn kirin, ku hêzên ewlekarî yên Kurdistana Federe, ji aliyê MOSSAD’ê ve hatibûne perwerdekirin; lê, cara yekem ev yek ji aliyê devek fermî ve tê gotin.
Li gor vê îdîayê, MOSSAD’ê teþkîlata îstîxbaratî ya Kurdistana Federe, ji ya hikûmeta Îraqê cuda damezirandiye û perwerdekiriye.
Atalay, li vê derê herweha daye xuyakirin ku, wê vegerên ji Qempa Mexmûrê heta dawiya sala 2010’an berdewam bikin û axaftina xwe weha domandiye: “Lê, li vê derê hin kes hene ku naxwazin vegerin. Em li bendê ne ku nêzîkî 6 hezar kes vegerin. Dema vegerin, emê wan kesan li gundên wan bidin bicîhkirin. Kesên ku nexwazin vegerin jî, wê bibin hemwelatiyê Îraqê.“
RO/Ömer Kaçar
WK/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 465 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |