Husên: Rêxistin û biçekkirina hêzên pêþmerge mafekî destûrî ye
Nivîskar: rizgarionline Di: 24.11.2009 Sehet: 11:42
Ji aliyê rizgarionline
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, ragehand ku daxwiyaniya Serok Barzanî derbarê Hêzên Pêþmerge de bûye û li gor Destûra Iraqê navê wan bûye Hêzên Parastina Herêmê. Husên got; ‘’Rêxistina van hêzan jî piþtî yekgirtina herdû wezaretên pêþmerge hat û mafekî destûrî ye hêzên parastina herêmê hebin.’’
Di daxwiyaniyekê de bo Rojnameya Þerq El-Eswed Husên wiha axifî: ‘’Serok Barzanî hêviya xwe anîye ziman bi rêxistin û biçekkirina wan hêzan da di çarçoveya sîstema serbazî û ewlekarî ya Iraqê de bibe hêzeke rêkxistî, ne li derveyê Artêþa Iraqê. Evna jî bi hîç awayekî nayê wateya binpêkirina destûrê. Herwiha mafekî destûrî ye û îtîraf jî pê hatiye kirin ku hêzên herêmê yên asayiþ û parastina wê hebin, bi mebesta sînorê Iraqê ligel sînorê Herêma Kurdistanê biparêze.’’
Di berdewamiya axaftina xwe de Fuad Husên eþkere kir ku hikûmeta federal alîkarî û hevahengî di navbera hêzên parastina herêmê û hêzên Iraqê de nake û pêwist e Wezareta Berevanî ya Iraqa Federal hevkariya hêzên parastina herêmê bike û divê ew alîkarî jî di warê meþq, çek, nexþeya serbazî û amêran de be.
Rûdawnet – Hewlêr Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 410 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |