Li Dêrsîmê sê şaredar îstifa kirin
Nivîskar: rizgarionline Di: 23.11.2009 Sehet: 16:55
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Reaksyonên li dijî gotinên Cîgirê Serokê Giştî yê CHP-ê Onur Oymen ên derbarê "Komkujiya Dêrsîmê" de ku li Parlementoya Tirkiyê anîbû ziman berdewam in.
Li Dêrsîmê sê şaredar, parlementerên berê û endamên Meclîsa Giştî ya Bajar jî di nav de 100 kesan ji CHP-ê îstifa kirin.
Li Dêrsîmê, Şaredarê Navçeya Pulumurê Mesut Coşkun, Şaredarê Navçeya Pulurê Mustafa Sarıgül û Şaredarê Navçeya Qislê ku piştî hilbijartinê beşdarî CHP-ê bû Cafer Kırmızıçiçek, Palementerê CHP-ê yê Dêrsîmê yê Serdema 22 mîn Hasan Güyüldar, endamên Meclîsa Gişti yên Bajar û gelek endamên partiyê yên din jî di nav de 100 kesan ji CHP-ê îstifa kirin.
RO/SW
Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 375 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |