PDKÎ bala Ki moon kiþand ser hovîtiya Îranê
Nivîskar: rizgarionline Di: 23.11.2009 Sehet: 16:31
Ji aliyê rizgarionline
Sekreterê Giþtî yê PDKÎ Mistefa Hicrî, nameyek ji Serokê Yekîtiya Netewan ”UN” ê Ban-Ki moon re rê kir. Hicrî bi nameya xwe ya balkêþ, ji welatên rojava, bi taybetî Emerîka û Ewropayê xwest ku, xwe ji pirs û rojeva ”Uranyuma Îranê” rizgar bikin, û rastiya hovîtiya Rejîma îranê bibînin.
Me, nameya Hicrî ya bi wate û balkêþ wergerand kurdî û em pêþkêþî we dikin:
“Cenabê Ekselans,
Wek hayê Cenabê We jî jê heye, rejîma Komara Îslamî a Îranê, ji sala 1979 an û vir ve, anku ji dema pêkanîn û þikilgirtina rejîmê hetanî nuha, pêlkirina mafê mirovan û dîskirîmînekirina hemwelatiyan bi þêweyekî sîstematîk û bi rengên cewaz, ji xwe re kiriye karek bingehîn.
Rejîma Îranê, mîna rejîmên sekter, li hemberî hizirkirinên cewaz bê tolerans e. Muxalifên herî biçûk, bi rêya tirsê, ceze û îþkenceyên herî hiþk ji holê radike, bê tesîr dike.
Di 30 salên derbasbûyî de, tevayê xelkên îranî ji Rejîma îslamî re bûne hedef û hiþkahiyek bê sînor li hemberî wan hatiye karanîn. Mafê mirovan bi giþtî di nava piyan de maye.
Piþtî hilbijartina gera 10’mîn a Serkomariyê di 13’ Colaya 2009’an, ku xelkê nerazîbûna xwe li dijî wan nîþan da, hêzên rejîmê bi þêweyekî brutal û hov êrîþên xwe birin ser xelkê. Bi hezaran kes ketin ber êrîþa wan. Beþek ji mirovên bê suc, bi þêweyek barabarî hatin kûþtin. Hinek di îþkenceyên hovan e de derbas bûn û qismek jî hatin girtin û zîndanîkirin. Buyerên dawiyê karakterê rejîma Îranê baþ nîþan dide.
Îro, zordestî û hiþkahiyek bê sînor li hemberî xelkê li tevayê welêt didome. Li Kurdistana (jêrdestê) Îranê zilm û hovîtî, dubare û sêbare bûye. Dîskrîmînekirin, newekhevî û zordestiya heye di demên dawiyê de, hiþktir û bilind bûye. Êdî zilmî bêpîvan û bêsînor bûye.
Dadgehên Îranê ji bo gelek Kurdên polîtîk û çalakvan biryara cezeyên dirêj da, û beþek ji wan Kurdan bi îdamê hatin cezekirin. Buyera herî dawî ku rastiya Kurdistanê nîþan dide, di 11 ê mijdara 2009 an de pêk hat. Ehsan Fatahian ê 27 salî ji ber xebatên xwe yên polîtîk ji aliyê rejîma Îranê ve li bajarê Sanandajê hate îdamkirin.
Di çend salên dawiyê de, gelek kes bi destê rejîma Îranê hatin darvekirin û gelek girtî li benda roja îdama xwe ne.
Gelên Îranê bi giþtî û bi taybetî Gelê Kurd baweriya xwe wisa ye: Welatên rojavayî, Ewropayî û Emerîkî bêhtir li ser mijarekê kûr bûne. Bi îmtiyazan jî be, desthilatdarên Tehranê razî bikin ku dest ji mehandina Uraniyomê berdin. Lewra zextdayîna li ser Îranê ji bo parastina mafê mirovan, ji aliyê wan ve nayê dîtin, hatiye jibîrkirin û bûye bi meseleyek bê pûte. Di encam de, Komara Îslamî bêyî tu astengî û berbestekê, dest avêtiye kuþtin û azardana keç û xortên Îranê, û bi taybetî yên Kurd. Lewra niha çawnihêriya gelên Îranê ji rêkxistina “UN”ê ev e ku rêyekê bigire pêþberî xwe. Pêwîst e:
- Pêþiya domandina îdama ciwanan bê girtin.
- Ew girtiyên ku heyamekî dirêj e di girtîgehê de ne, serbest bihêne berdan.
Ez, di gel nameya xwe, lîstekeyekî jî ji Cenabê Ekselans re pêþkêþ dikim. Di lîstê de, navê girtiyên bi cezeyên dirêj hatine cezekirin û cihê wan, her wisa navê girtiyên li benda îdamê ne, zaniyarî heye.
Hêvî û daxwaziya me ji Cenabê Ekselans ew e ku li ser pirsê gavên cidî û bilez bavêjin. Rê li ber darvekirina wan kesan bigirin û canê kesên bêguneh rizgar bikin.
Rêz û hurmetên xwe ji Cenabê Ekselans re rê dikim.
Mistefa Hicrî,
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê - Sekreterê Giþtî”
EuroKurd News – eurokurd.net Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 363 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |