Ya hep ya hiç siyaseti
Sedat Günçekti
Referandum: Kürdler ve Türkler
Yaþar Karadoðan
Yeni Osmanlýcýlýk, Kemalizm ve kefen hýrsýzlýðý...
Serdar Roþan
Evet, mi? Hayýr mý? Boykot mu? Dördüncü Seçenek Yo...
N. Ferhat Saðnýç
Def yan Erbane
Xidir Ûso
PKK’nýn mayýnlarý- Dört yurtseverin öldürülm...
Ibrahim Güçlü
E-Mail hat guhertin! E-Maila nu: inforizgari@yahoo.de                             E-Mail adresimiz degisti! Yeni E-Mail: inforizgari@yahoo.de                             Our E-Mail is changed! New E-Mail : inforizgari@yahoo.de                             Unsere E-Mail wurde geaendert: Neue E-Mail : inforizgari@yahoo.de                            
Video | Arşiv | İstatistik | Anket | Links | Email  
Nivîskarên Mêvan
C.Doðan:
Öymen ve Hitler’in zihinsel kardeþliði
Ferzan Bakur:
Ortadoðu, Siyaset ve Deðiþim
Fettah Karagöz:
Anayasa deðiþikliði ve Kürdler
Kadir Satýk:
“Açýlým”
M. Nureddin Yekta:
Kürdler Türk'ün dostudur ya Türkler?
Merîh Nergîs:
Kabilîn gölgesi
N. Ferhat Saðnýç:
Evet, mi? Hayýr mý? Boykot mu? Dördüncü Seçenek Yok mu?
Rucan Keleþ:
44 insanýn katili kim?
Seyidxan Kurij:
Hevpeyvîn bi Îsmaîl Beþîkçî re
Siddîq Bozarslan:
95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) û Kurdan
Zinarê Xamo:
Anketeke pir girîng
Çalakî-panel-þahî..
Dosyaya Taybet
Pirtûk û kovar..
Vê gavê, 198 mêvan û 0 endam liserxetê ne.
  • Têketina Endaman
  • Nûçe & Þîrove (Kurdistan) Ocalan divê ji bona Ferîd Uzunî û kesên din yê dayê kuþtin hesap bide…
    Nivîskar: rizgarionline Di: 23.11.2009 Sehet: 11:24
    Ji aliyê rizgarionline

    Îbrahîm GUÇLU/ Ferîd Uzunî, di 22.11.197-an de hat þehît kirin. Ev çend sal in, ku heval û dostên wî, wî bîr tînin. Piþtî bîranîna wî, mezelê Necmeddîn Buyukkayayî, Faîq Bucakî, M. Remzî Buakî jî tê ziyaret kirin; ew jî bîr tên. Ez jî çend salên dawî beþdarî civînên bîranîna Ferîd Uzunî dibim. Sibê dîsa roja bîranîna wî ye. Hezar mixabin girêdayî sempozyuma TEVKURDê ez îsal nikarime beþdarî civîna bîranînê bibim. Ez ji bona vê gelek xemgîn im. Lê divê bê zanîn ku dil û hiþên min li cem wî û li cem ew kesên wî bîr tînine.

    Ez li ber wî serê xwe ditewînim. Divê ew baþ bizane, ku emê tu wext wî bîr nekin.
     
    *****
    Ferîd Uzunî, li Sîweregê hate dinyayê. Ji malbata brodirêj e. Malbata wî ji xwendinê hez dikir. Ew jî, ji bona ku bibe mirovekî ronakbîr û xizmetî Gelê Kurd bike, di nav gelek zehmetiyan de, piþtî hepisê Zanîngeha Zýraatê xelas kir.
     
    Dema ku xwendevanê zanîngehê bû, bû endamê DDKO ya Enqereyê. Di DDKO-yê de ji bona folklora kurdî mamosteyetîya amatorî kir. Wî di DDKO-yê de gelek kes perwerde kir.  Lewra tê zanîn ku DDKO, rêxistineke kurd bû û di sala 1969-an de ava bû. Armanca DDKOyê, ji mafên neteweya kurd re xwedî derketin, ji bona ku ew mafan bê qezençkirin têkoþîn meþandin;  zimanê kurdî, çanda kurdî pêþxistin û rewakirin bû.
     
    DDKO, di demeke kurt de di nav gelê kurd de, di nav xwendevan û rewþenbîrên kurd de bû rêxistineke bi navûdeng. Piþtgirên wê di demeke kurt de zêde bûn. Li du bajarên metropolê, li Stenbolê û li Enqereyê; li gelek bajar û bajerokên Kurdistanê, li Amedê, li Erganiyê, li Kozlukê, li Batmanê (Elixê), ava bû. Ji bona ku DDKO li gelek bajar û bajerokên din jî ava bibe, amadekariyê dom dikir. Hezar mixabin, bi darbeya leþkerî ya 12 Adar a 1971-an pêþiya têkoþîn û rêxistinîbûna DDKO-yê hat girtin. DDKO bi tevayî hatin qedexe kirin û mifte di  26-ê NIsana 1971-an de li deriyê wan ketin.
     
    Damezrêner û endamên DDKO-yan hatin girtin û hatin hepis kirin. Ferîd Uzunî jî ji bona ku endamê DDKO-yê bû, hat hepis kirin.
     
    Ferîd Uzunî di hepisê û dadgehê de çalakvan bû. Ji bona mafên xwe û mafên gelê kurd têkoþîn bi zilamî û merdî meþand.  Dema ku hat dadgehkirin, bi beþek hevalên xwe ve parêznameyeke siyasî pêþkêþ kir. Encama dadgehkirinê, 13 sal 4 meh ceza girt.
     
    Di hepsê de li hemberî tade û zulma berpirsiyarên hepsê bi ruhekî þoreþgerî û kurditî radiwestî. Ew di hepsê de kesekî  bi moral bû. Her dema ku derfet didît bi govend, bi tambûr, bi stranên xwe, moral dida xwe û girtiyan.
     
    Ew aþiqê ziman û çanda kurdî bû. Wî bi kurdî helbest û strand dinivîsand. 
     
    Ew sosyalîst û þoreþger bû.
     
    Dema ku di sala 1974-an de di navbeyna karbisdetên kolonyalîst û faþîst yên Iraqê, karbidestên Otonomiya Kurdistanê û serokê wê Mele Mistefa Berzanî de þer ji bona Kerkûkê dest pê kir, ku Yekîtiya Sovyetan jî ji Iraqa kolonyalîst û faþîst re alîkarî dikir, wî li hemberî Yekîtiya Sovyetan helwest nîþan da.
     
    Ew dema ku di sala 1974-an de ji hepsê derket, li Bakurê Kurdistanê Bihara 2-emîn ya siyasî dest pê kir, wî jî di rêxistinîkirina Tevgera Bakurê Kurdistanê de bi aktîfî pozîsyona xwe diyar kir. Rêxistina KAWA-yê ava kir û ew ji bû ji yek serokê KAWAyê. 
     
    Wî di qonaxa nû de bi wasiteya rêxistineke nû têkoþîna xwe ya kurditî meþand.
     
    Wî serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê diparast.
     
    Ji bona wî Bakurê Kurdistanê û beþên Kurdistanê yên din wek hevûdu bûn.
     
    *****
    Ferîd Uzunî dema ku ji neteweya kurd û ji doza Kurdistanê re bi her awayî bibe alîkar; fêde bigihîne doza kurd, di 22. 11. 1978-an de bi destê PKKê hat kuþtin. Lê PKKê ev yeka îtiraf nekir; kuþtina Ferîd Uzunî manûpûle kir, ku malbata Bucakîyan Ferîd kuþtiye.  Lê ev derewa PKKê dirêj neajot. Piþtî Darbeya Leþkerî ya 12-ê Îlonê di doznameya PKKê de li dadgehê bi îtirafên endamên PKKê derket holê ku Ferîd Uzunî ji aliyê PKKê de hatiye kuþtin. Piþt re jî, bi nivîsar û îtirafên Çetîn Gungorî (Semîr), Mehmed Þenerî ev rastiya hat ser zimên.
     
    Ev yeka li benja PKKê jî dihat. Lewra siyaset û rêbaza PKKê, mentalîteya Ocalanî dîrektîf dida ku kurdperwer û rêxistinên ji derveyî Apoyîyan dijmin in; divê ew kesên kurdperwer, berpirsiyar û serokên rêxistinên Kurdistanê bên kuþtin û bên tasfiye kirin. Serkaniya vê siyasetê jî, siyaseta klasîk ya dewleta tirk bû.
     
    PKKê bi kuþtina Ferîd Uzunî, ev dîrektîf û ev siyaseta qirêj ya dewletê pêk anî. Piþt re jî ev siyaset û xeteriya xwe fireh kir, bi sedan kurdperwerên ji derveyî PKKê û ji nav PKKê hatin kuþtin.
     
    PKKê ew xeterî û siyaseta xwe li beþên Kurdistanê yê din jî meþand.
     
    Ocalanî, van kuþtinan û kuþtina Ferîd înkar dike. An jî di wan kuþtinan de xwe berpirsiyar nabîne û dibêje ku “ew çeteyên di nav PKKê de Ferîd Uzunî, Semîr û kesên din kuþtine.” Ev helwesta, wek helwesta serokerkanê Tirkiyeyê dide dest.
     
    Ew hîç ne rast e. Dema ku çapemeniya PKKê, rojnameya Serxwebûnê bê berçav kirin gelek zelal derdikeve holê ku ew kuþtinan bi tevayî bi biryarên Evdillah Ocalanî pêk hatine.
     
    Loma Evdila Ocalanî raste rast ji kuþtina Ferîd Uzunî berpirsiyar e. Di hemen dem de ji kuþtinên din jî berpirsiyar e.

    *****
    Ev merheleya em tê re derbas dibin, ne bes ji bona dinyayê û Tirkiyeyê, ji bona Kurdistanê jî dema demokratîzebûnê û hesapdayînê ye. Loma divê Ocalanî jî, ji bona kuþtina Ferîd ûzunî û kesên din dadgeh bibe. Ev jî, gorî þertên Kurdistanê bi avakirina mekanîzmeyeke nû dibe. Beriya vê divê li ser vê pirsê minaqeþe bibe, di wîjdanê raya giþtî û kurdî de Ocalanî mehkûm bibe.
     
    Amed, 21. 11. 2009

    Îbrahîm GUÇLU

    (ibrahimguclu21@gmail.com)

     Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne   625 car hatiye xwandin.



     
    · Zêdetir Nûçe & Þîrove (Kurdistan)
    · ji rizgarionline


    Nûçeya herî zêde hatiye xwandin li ser Nûçe & Þîrove (Kurdistan):
    'Dema jina kurd bi zanabûn bibe evînê azadî û rizgariya xwe, ew dê azadiya welat jî bistîne'

    Puan liserhev: 5
    Deng: 1


    Tika ye, vê nivîsarê binirxîne:

    Şahane
    Gelek baş
    Baş
    Ne baş, ne xerab
    Xerab




    Editor: M.Sarica

    Print this page | Send to a friend!
    Rizgari News-RSS | News-RSS | Twitter
    Ravakirina Malperê: 0.57 Saniye
    Add Favorites: Facebook | Myspace | Google | Twitter | Digg | Del.icio.us | Reddit | Webnews | Folkd | Mister Wong | Linkarena