Ji bo zarokan meşiyan
Nivîskar: rizgarionline Di: 22.11.2009 Sehet: 16:22
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Li Stenbolê ji bo 342 zarokên ku di nava 20 salên dawî de ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin meşeke bêdeng hate lidarxistin. Kesên ku bi bazinên sor xistine destên xwe diyar kirin ku 342 zarok ji bo ku îfadekirina zarokên hatine qetilkirin sembol e û xwestin kujerên hemû zarokên hatine qetilkirin bên dîtin.
Li gor nûçeya DIHA yê, Komeke qerebalix ji bo 342 zarokên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin li ber Qada Tunelê hatin ba hev. Li vir hunermend Şevval Sam û koroya zarokan a Navenda Çanda Mezopotamyayê stran gotin. Komê piştre li cadela Îstîklalê meşeke bêdeng li dar xist.

Parlamentera DTP’ê Sebahat Tuncel, prof. dr. Buşra Eraslanli, parazvanên mafên mirovan Şanar Yurdatapan, hunermend Ayça Şen û Şevval Sam jî di nav de gelek kes beşdarî meşê bûn. Kesên ku beşdarî meşê bûn bazinên sor xistin destên xwe û onlukên ku navên zarokên hatine qetilkirin li xwe kirin.
RO/SW Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 400 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |