Baroyanîs:bila Tirkiyeya dagirker vekêþe!!
Nivîskar: rizgarionline Di: 27.11.2008 Sehet: 11:29
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Wezîra derve ya Yewnanîstanê Dora Bakoyanîs got ku:”Ez piþtgiriya paþvekêþana giþtê leþkerên dagirkerên Tirkiyeyê û ji holê rakirina peymanên lihevkirinê dikim.” Li ser seredana Serkomarê Komara Qibrisê Dîmîtrîs Xirstofyas ya Atîna´yê ya di 26-27´ê Çiriya Paþîn de, Wezîra deve ya Yewnanîstanê Dora Bakoyanîs di hevpeyvîna xwe ya di Ajansa Nûçeyan ya Rûm´ê de dibêje:”Ev beyanên dawiyê yên aliyê Tirk yên li Qibrisê, `yek nasname, yek desthilatî û yek hemwelatî` serkeftina Xirîstofyas û giþtê giravê dinirxînim.”
Bakoyanîs, di hevpeyvîna xwe ya di Ajansa Nûçeyan ya Rum´an de piþtgiriya Yewnanîstan û partiyên Yewnanî ya li ser daxwazên Xrîstofyas yên çareseriya pirsa Qibrisê ya di Konseya Ewlekariyê ya NY û di çarçoveya piresîb û hêjayên YE de dupar kir.
Li ser misogeriyê jî Bakoyanîs dibêje: ”Em Yewnanîstan û Qibris bi xurtî piþtevaniya, paþvekêþana hêzên dagirker yên Tirkiyeyê û rakirina peymanên misogerî û tifaqan yên ku ji bo Qibrisê îstikrar û xeteriya wan îsbat bûye û ji bo dewletekî endamê YE re ne maqûle, dikin.”
Bakoyanîs got,”Em, bê leþkerîkirina Giravê û qedexekirina giþtê mafên bandoriyên leþkeriyê bi aþkere piþtgirî lê dikin.” Û li ser pirsa `endametiya Tirkiyeyê ya di Konseya Ewlekariyê ya NY de tesîr li hevdîtinên Qibris dike yan na?` jî, Wezîra derve ya Yewnanîstanê Baroyanîs wiha bersiv dide,”Pirsgirêka Qibrisê, di bin dagirkerî û dagirtina dewletekî serbixwe û endamê NY de didomîne.” û dibêje ku, helbijartina Tirkiyeyê ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY jî tu ”quretî” yê jî bi dest naxe.
Yezdîn Welat
Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 642 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |