Osman: ' Wê rêketinameyê Tirkiye teþwîq kiriye ku rewþê wiha aloz bike ku niha dibînin'
Nivîskar: sosin Di: 14.10.2007 Sehet: 18:04
Ji aliyê sosin
Endamê Parlementoya Iraqê yê ser bi Lîsteya Hevpêmaniya Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman di derbarê tehdîdên berdewam ên Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê û derbaskirina sînorê Herêmê, rexne li Hikûmeta Tirkiyeyê girt û daxwaz ji Hikûmeta Bexdayê kir ku wê rêketinnameya li gel Tirkiyê bila ber çavan derbas bike.
Di derbarê rêketinameya navbera Iraq û Tirkiyê de Osman di pêwendiyeke telefonî de li gel ajansa nûçeyan a Dengên Iraqê de got:"Wê rêketinameyê Tirkiye teþwîq kiriye ku rewþê wiha aloz bike ku niha dibînin".
Her wiha Osman aþkere kir ku Lîsteya Hevpêmaniya Kurdistanê dê piþtî cejnê daxwazekê bixe pêþiya Civata Nûneran a Iraqê bo ku wezîrê navxwe yê Iraqê bixwazin Parlementoyê da ku ronahiyê bixe ser wê rêketinameya ewlehiyê ku li gel Tirkiyê îmza kiriye.
Osman bi bedewamî got:"Tirkiyê rêz li wê rêketinamyê negirtiye lewre divê Hikûmeta Iraqê rêketinameyê ber çavan derbas bike".
Hêjayê gotinê ye wezîrê navxwe yê Iraqê Cewad Bolanî di dawiya meha borî de rêketinameyek li gel Hikûmeta Tirkiyê îmza kir ku rê bi Tirkiyê de, piþtî razîkirina Hikûmeta Iraqê, bo þerê li dijî çekdarên PKK-ê, sînorê Iraqê derbas bike. pukmedya Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 1005 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |