Süreç, barış, aş(î)tî ve teslimiyet!
M. Nureddin Yekta
Kesên ku doza dewleta kurdî nekin, ne rewşenbîr in...
Serdar Roşan
1967 Doğu Mitingleri ve Nevzat Sağnıç
Yaşar Karadoğan
Silopi Belediye Başkanı’nı PKK Kaçırdı…...
Ibrahim Güçlü
Cezaevinde Geçen Bir Ömür (Nadir Kalkan)
N. Ferhat Sağnıç
Kürd halkının PKK´ye bir diyet borcu yoktur...
Sedat Günçekti
E-Mail hat guhertin! E-Maila nu: inforizgari@yahoo.de                             E-Mail adresimiz degisti! Yeni E-Mail: inforizgari@yahoo.de                             Our E-Mail is changed! New E-Mail : inforizgari@yahoo.de                             Unsere E-Mail wurde geaendert: Neue E-Mail : inforizgari@yahoo.de                            
Video | Arşiv | İstatistik | Anket | Links | Email  
Pirtûk
Kovar
Nivîskarên Mêvan
Azad Makûyî:
Rêzimana Kurdîya Kurmancî (I) Celadet Bedirxan û Rojê Lêsko
C.Doğan:
Maraş Katliamı 33 yılık bir yara
Kadir Satık:
Kürtlerin Talepsiz Savaşı ve Empati
M. Nureddin Yekta:
Süreç, barış, aş(î)tî ve teslimiyet!
N. Ferhat Sağnıç:
Cezaevinde Geçen Bir Ömür (Nadir Kalkan)
Seyidxan Kurij:
Hevpeyvîn bi Altan Tan re
Siddîq Bozarslan:
Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 4.. Ocalan:`Em ji Ankarê derketin rê û dîsa dizivirin wir!`
Xurşîd Mîrzengî:
Lê Ez Ji We Re Nabêjim…
Pirtûk û kovar..
Vê gavê, 185 mêvan û 0 endam liserxetê ne.
  • Têketina Endaman
  • Çalakî





    Dema we xweş be;
    “Heger tevger wek li ser xêzekê dûz be wê bi dawîn bibe, lê na heger gilover û xelekî be tu carî bi
    dawîn nabe. Felek (Feza) xelas nabin û xera nabin, ji ber ku xelekî ne dawiya tevgerên wan nîne. Aqil,
    felek û hêmanên bingehîn ji ber tevgerên xwe her bêdawî ne” dibêje Suhrewerdî. Tevger û lêgerina azadiyê
    jî wisa ye û jiyan û evîna li pey heqîqetê jî…
    Em kurd li pey heqîqet, ziman û azadiya xwe ne bi evîndarî û dilovanî ligel înkara hovîtî… Em dinêrin
    ku ev ligerîn dijwar e.
    Me xwest çend nîşeyên van demên dawî neqişbikin ku bîra me êdî ziwa nebe.
    Zimanzan, Nivîskar, Rojnamegerê Kurd û Endamê PENa Kurd Ezîzê Cewo ku li Rûsyayê dijî, nameyek
    ji Endamê Rêveberiya TZPKurdî Mulazim Ozcan ê ku ji doza KCK’ê girtî ye re nameyek şand. Em nameyê
    di nav rûpelan de pêşkêşî we dikin.Wefa û xwedîbûn divê weke nan û ava me ya rojane be.
    Em berhevdana “Kovara Hawara Botan a hejmara 5’an” şermezar dikin… Kovar 5 hejmar derketiye û
    4 hejmar ji vanan bi fermana Dozgeriya Cizîre hatiye berhevkirin. Û ew li berxwe didin. Em piştgiriyê wan
    in.
    6’mîn kongreya KCDê hêvî zêdetirîn xurt kir. Dîsa di vebûna dibistanan de redkirina asîmîlasyonê zelabûna
    xwestekên kurdan ên jênegerin. Divê her kes bibîne û bibihîze; “Em kurd perwerdehiya bi zimanê
    xwe Kurdî dixwazin û em dixwazin ev di makezagonê de bi cî bibe; ji bonî, jiyaneke azad û hevpar.”
    Banga “Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî” bêsiûdî û mixabinek bû. Reaksiyon dît û hişmendiya
    Yekîtiya Netewî li serme ferz dike ku em li ser ziman û zaravayan baldar bin û li ser hev ferzbûnê na,
    ligel geşiya her zaravayî, geşiya Zimanê Kurdî bibînin.
    Girtina Nivîskar û Serokê Kurdî Dera Mêrsînê Selahattîn Çam, ku nivîskarê KovaraWe ye, şerm û rûreşiyeke
    sedsale, rojane û qaşo demokratiyê ye. Kurd, civak û mirovahî êdî vê rewşa pêkenokî ranagire.
    Ma heta kengî!?
    Tew bersiva Almanyayê ji bonî Perwerdehiya bi Kurdî; hevtevgera empeyal û faşîzane ye, bersiv ecêb e
    û şûjinek li dilê me ye jî; “ma ne bi Erebî û Tirkî perwerde heye, kurd bi van zimanan dizanin û hewcetiya
    perwerdehiya bi Kurdî nîne!” Ev jî zêdehiya ser kezebê ye.
    Nivîskar û yek ji damezirînêrê Enstîtuya. Kurdî ya Stenbolê û têkoşerê doza Kurdî Seyda Evdirihman
    Durre çû ser dilovaniya xwe. Rehma Xwedê lê be û serê malbatê û civaka kurdan sax be. Em ê şopdarê
    wî/wan bin…
    Bi hewldana KCD Konferansa Êzdiyan, cara yekemîn li Amedê li darket ku ev him pîroz e û him jî nîşana
    candariya hebûna me kurdan û havênê yekîtiya me ye.
    22 Rezber salvegera dilovaniya Seyda Cegerxwîn e. Tu her şad û dilrihet bî ku awaza te dibe ahenga newaya
    azadiyê…
    Ji 12’ê Rezberê û vir ve Grevên Birçîbûnê didomin û ew banga azadiyê ne… Ala zimanê Kurdî ew bilind
    dikin û ew ê bibin gulbang û berbanga azadiyê. Em wan ji dil û can û giyan silav dikin. Daxwazên wan ên
    me ne…
    Û Arjen Arî… Oxir be Arjeno, oxir be Hozano…. Herê her mirin bêwext e, bi rastî jî çûyîna te bêwext
    bû. Axa te pir ji te hez dike kurê hezê û em jî pir ji te hez dikin… Oxir be… Di 30.10.2012; Sêşem; saet
    14.45’an de çû ser dilovaniya xwe. Rihme her lê be.
    Helbestkarê gewre Evdila Pêşew mêvanê Amedê bû, ligel helbestkar Ehmed Huseynî, Berken Bereh û
    nivîskarên kurd ên li Amedê me Arjen Arî bibîranî û qala rista rewşenbîriya kurd a li ser bingeha zimanê
    Kurdî û yekîtiyê kir...
    Ji ber hinek pirsgirêkên teknîkî kovara me mehekê bi derengî ket, ji lewre di dema dosyeyên me de jî
    guherînên biçûk dê pêk werin.
    Bi germiya jiyana azad ku bîra wêje, huner û çandê ye, em bi van dosyeyan li benda afirînêriya pênûsa
    we ne;
    Ji bo hejmara Adar û Avrêlê mijara dosyeyê Zend û Bendên Kovargeriya Kurdî’ ye.
    Ji bo hejmarên Gulan & Pûşper û Tîrmeh &Gelawêjê mijara dosyeyê ‘Di Çîroka Kurdî de Sî (30) Salên
    Dawîn’ e.
    Sersala we pîroz be, heta hejmareke dinê her bimînin bi xêr û xweşiyê…

    NAVEROK
    Di wêjeya kurdî de avakirina çemkan (II) - Dilawer ZERAQ / 3


     Di berbangê - Berken BEREH /5

     Çend hîmên wêjeya dinê - Adar JIYAN/ 6

     Di gerînekên zemên de lêgerîna bedewî, hezkirin û serbestiyê -
    Çîdem BARAN / 8

     Awirek li ser romanên M. Ferho û zimanê wî yê demê û herweha
    romana wî ya bi navê; “Xaltîka Zeyno” - Lokman POLAT / 10

     Bêrî - Reyhan SARHAN / 14

     Spartakus xemgîn e! - Omer COŞKUN / 15

     Manîfestoya Maseya Seydayê Tîrêj (MST ) / 16

     Stêrk’ li ser ‘Keleh’ê diçirûse! - Amed Çeko JIYAN / 17

     Matêo Falkonê, Prospêr MÊRÎMÊ K’urdîya wê: Ezîz ê CEWO / 19

     Li bendî te cejnek im - Kerem YÛSIV / 26

     Kurd im ez - Ahmet HUSEYÎN / 27

     Hevpeyvîn biMehmet AFŞARî re - Roşeng ROJBÎR / 28

     Di çîrokên F. Bîlge de karekterên jin - (III) - Mehmet ÇAKMAK/ 30

     Wêje û heqîqet - Huseyîn GUÇLU / 31

     Ji tîna min - Umît ESEN/ 32

     Min îro - Nûjiyan DÎCLE /33

     Dosye: Sînemaya Kurdan / 34

     Kurtedîroka Sînemaya Kurdan -Dêrsim OREMAR/35

     Nîşeyên Sînematografiyê (1950 -1958); Robert BRESSON - Teymûr
    EVDIKÊ / 40

     Her dîmen qeydek ji nav jiyanê ye - Roza ERÎZÎN / 42

     Dumîzansen û sînematografiya Y.Guney - Ercan ORHAN / 44

     Li Ermenistanê fîlmên li ser kurdan - Prîskê MOHOYÎ / 47

     Dema Hespên Serxweş - BarişMEHMETOGLU / 48

     Hevpeyvîn bi Zeynel Doganî re / 52

     Nexweş - Arjen ARÎ / 59

     Li vî bajarî ku berf bariya - Welat DILKEN / 60

     Arjen Arî - Berken BEREH, Ehmed HUSEYNÎ, Omer FÎDAN,
    Elîxan LORAN, Fatma SAVCI, Serwet DENÎZ, Bawer RONAHÎ,
    Omer Faruk BARAN, Şengul OGUR, Rêdûr DÎJLE, Roşeng
    ROJBÎR, Mehmet ONCU, Feratê DENGIZÎ, Azad ZAL, Umît
    ESEN, Omer DILSOZ / 61

     Wergerandin huner e - Jemal NEBEZ / 65

     Kulmek mêranî - Omer Farûk BARAN / 71

     Lêl - Kenan KARAASLAN /72

     Duzimanî (Bilingualism) - Hemed Elî QOSERÎ /72

     Apê Mihonî - Selahattîn ÇAM/76

     Çayname - Mele Evdilhekîmê BADIKÎ /78

     Xaçepirsa Arjen Arî - Îmad BERNAS /79
     
    AXÎNA LICÊ
     
     
    Pirtûka axîn û nalîna Licê, pirtûkeke piralî ya derbarê navçeya Licê de ye. Kurdên runiştvanên Licê ji destê dewleta dagirker a kemalîst gelek zilm, tehda û zordarîya dewletê dîtine. Ji sala serîhildana 1925-an a di bin pêşewatiya Şêx Saîdê nemir û virve dewleta kemalîst li bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî li Licê siyaseteke hovane, zilimkar û barbar meşandiye.
     
    Licê naşibe tu navçeyeke Kurdistanê. Hinek xisûsiyetên taybet yên Licê û Liciyan hene ku li navçeyên din ev xisûsiyet tunin. Di dîroka bakurê Kurdistanê de cihê herî girîng, navçeya herî navdar Licê ye. Ji berê ve herdem têkiliya Licê bi hersê perçeyên Kurdistanê re her hebûye. Çûyin û hatina Liciyan ji perçeyên din qut nebûye. Qaçaxgerên Liceyî tifîngên wan li milê wan, li hespên xwe siwar bûne û çûna başurê Kurdistanê, çûne rojhilatê Kurdistanê û çûne binxetê (başurê biçûk ê Kurdistanê). Licîyan tim piştgiriya serhildan û şerê çekdarî yên rojhilatê Kurdistanê û başurê Kurdistanê kirine. Licîyan çek û sîlah, temançe û tifîng, fişek birine başurê Kurdistanê li wir firotine û ji wir cixare, çaya qaçax, pelê cixarê kirîne û anîne. Çûne rojhilatê Kurdistanê çek û fişek birine û ji wir aryon û singer kirîne û anîne. Yanî Licîyan bi riya qaçaxgeriyê bi perçeyên Kurdistanê re têkilî danîne. Pirtûkên Cigerxwîn cara pêşî Licîyan ji binxetê anîne bakurê Kurdistanê. Liceyî ji dema serîhildana Şêx Saîdê nemir ta îro welatparêz bûne û ji bo rizgariya welat têkoşiyane.
     
    Hem di dema serîhildana Şêx Saîdê nemir de û hem di dema têkoşîna netewî û demokratîk ya salên 1975 û 1980-yî de û hem jî di dema şerê çekdarî ya panzdeh salan de Licê bûye weke navendeke serîhildan û berxwedanê. Lewre jî di nav hebûna ewqas navçeyên bakurê Kurdistanê de dewleta dagirker a kemalîst navça Licê şewitand.
     
    Ji hêla siyasî ve jî cihê navçeya Licê ya taybet heye. Gelek serok û sekreterên partî û rêxistinên kurd bi eslê xwe Liceyî ne. Kovara siyasî ya îlegal ku navê wê “Xebat” bû li Licê derdiket. Hêza çekdar kongra xwe ya amezrandinê li gundê Licê çêkir. Adliya Licê biroj ji dewletê re û bişev jî di xizmeta kurdperweran de bû. Şoreşger û welatparêzên kurd bi makîna teksîrê ya Sawcî belavokên îlegal çap dikirin.
     
    Di vê pirtûkê de behsa berxwedana li hember zilm û zorê, hinek bûyerên ku li Licê qewimîne, mêrxasî û jîrîtiya Licîyan, bi şêweyeke herikbar hatiye qalkirin. Herweha serpêhatiya hinek çekdarên serhildêr yên dema serhilda Şêx Saîdê nemir û yên dema şerê panzdehsalan jî hatiye ravekirin.
     
    Bûyerên ku di vê pirtûkê de hatine qalkirin bi tevahî rast in. Ev berhemeke sosyal realîst e. Bîranîn û serpêhatiyên ku hatine pêşkêşkirin realîst in. Ev pirtûk bi stîla vegotinê hatiye nivîsîn û herweha bi teknîk û metoda şêweya bîranînê hatiye afirandin. Bi teknîk û stîla sosyal realîzmê û bi metoda vegotinê berhemeke edebî hatiye pêkanîn. Sosyal realîzm rastiya civakê rave dike. Berhemên bîranînê û serpêhatiyên ku têde bi şêweya vegotinê têne qalkirin rasteqîn in û lewre jî di edebiyatê de ev cure berhem ciheke girîng digrin.
     
    Em bawerin ku ev pirtûka axîn û nalîna Licê dê di nav berhemên edebiyata kurdî de cihê xwe ê giranbiha bigre. Ez wekî Lîceyîyekî şad û bextiyarim ku min vê pirtûkê nivîsî pêşkêşê xwendevanên kurd kire. Bi hêviya ku xwendevan bi dilxweşî pirtûkê bixwînin.
     
    Weşanên Helwest
    * * *
    Pirtuka Fûad Onen ya bi navê ”Ray Raman û Bîranîn” hate weşandin. Fûad Onen di vê pirtukê de bi tecrubeyên dehan salan ên di nav tevgera netewî de û bi helwestek netewî û şoreşger bîr û ramanên xwe yên derheqe tevgera neteweyî, pirsgirêkên civaka netewa kurd (siyasî, rêxistinî, civakî, dînî û hwd) dinerxîne. Pirtuka kek Fûad bi kurdî hatiye nivîsandin û hêjaye ji teref her kurdekî bê xwendin.
     
    Fevzi Namli
     
    PÊŞGOTİNA FÛAD ONEN
     
    Welatparêzî û Komunîstîya Me
     
    Di salên 1970yî de niqaşeke tund di nav tevgera şoreşgerên  Bakurê Kurdîstanê de hebû. Ji bo ku mirov kanibe piştgirîya tevgereke neteweyî bike diviyabû ku ew tevger rê li ber propaganda û xwebirê-xistinkirina komunîstan  negire. Ev niqaş her çend bi peyvên gelemperî didomiya jî bi taybet ji bo nirxandina tevgerên azadîya Kurdîstanê yên dema pêşengiya klasîk  û tevgera li Başûrê Kurdîstanê ya di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de hebû.
    Ev niqaş ne encama pêvajoyeke xwezayî ya civata me bû. Tevgera neteweyî li Bakur rengekî sor wergirtibû, hemû grubên me xwe weke komunîst bi nav dikirin û komunîzm tevgereke internasyonalîstî bû.  Tevgerên her welatî perçeyekî tevgera komunîstî a dinyê bû. Hek di navbêna perçe û giştî de nakokî derketa diviyabû perçe red biba.
    Bi van argumentan wek êrîşeke îdeolojîk ew niqaş ji aliyê Çepên Tirkiyê ve li ser me ferz bûbû. Bi piştgeha xwe ya lawaz a komunîstî em ketibûn nav parastineke dijwar. Em welatparêz bûn, serhildanên berî me rabirdû ya me bûn, em bi wan serhildanan serfiraz bûn. Li aliyê din em komunîst bûn û pê bawer bûn ku ev serfiraziya me ne li derveyî rêzikên komunîzmê ye. Li gor me serhildanên neteweyî li hemberî zilmê xwedîyê naverokeke demokratîk bû û ji ber vê yekê piştgirîya van serhildanan wacibê her komunîstî bû. Bi vê baweriyê em li klasîkên Marksîzmê hûr dibûn û ji bo parastina pêşîyên xwe em li “ayet”an digeriyan. Her çend gelek caran me “ayet diperitandin” jî, gelek ayetên ku em pê Çepên Tirkan bi sosyal-şowenîzma netewên serdest gunehbar bikin li ber destê me bûn. Qet nebe, me xwe îkna dikir ku di navbêna welatparêziya me û komunîstiya me de nakokî tuneye.
    Dema ku me ev niqaşên teorîk ên tund dimeşandin, me nizanîbû ku berî me 50 salan pêşiyên me ev mesele di pratîkê de çareser kirine. Haya me ji raportên Pavlovskiyê Konsilê Sovyetê jî, ji şerdên Komîta Kurd danîne ber Rûsyaya Sovyetî jî tunebû. Komita Erziromê ji bo alîkariya Sovyetê bigirin 10 şerd û biryar pêşkêşî Konsilê wan kirine û yek ji wan biryaran jî wisa ye: “5) Hikûmeta Kurd û serokên Kurd ew ê li dij prensibên Hikûmeta Rûsyayê û berfirehbûna fikrên komûnizmê dernekevin.” Pavlovskiy di rapora xwe ya di 20.12.1922an de li gel wan 10 şerd û biryarên Komita Erziromê, nameya Xalid Begê Cibrî jî dişîne ji sefîrê Rusyayê yê li Enqerê re. Li gor raporta konsil, Xalid Beg di nameya xwe de bersîveke zelal ji Rûsyayê dixwaze û van rêzikan jî dinivîsîne: “Ez his dikim raya giştî ya gelê Kurd ku ez jî endamê wî gelî me, ber bi terefê Îngilîzan ve diçe. Îngilîz dixwazin xwe bidin nîşandan, xwedêgiravî berê tevgera wan ber bi azadî û serxwebûna Kurdan ve ye. Ez bi xwe ji vê sempatiya li hember Îngilizan heye tu neticeyên baş hêvî nakim. Ez baş bawerim ku gelê me bes bi piştgirîya Rûsan dikare azadî û serxwebûnê bistîne.”
    Em ji wan dokumentên ku di arşîwên hevrêyên me de veşartî mane ne agahdar bûn. Me bi ilmê xwe yê piştgehlawaz û hestên xwe yên xurt ên welatperwer diparast ku serhildanên destpêka Komara Tirkiyê li hemberî zilmê bûn, pêşverû bûn û diviyabû komunîstan piştgirî bidana wan. Dagirkeran em bê dîrok hiştibûn û navqetîneke dirêj ketibû nav Tevgera Azadiya Kurdîstanê. Dagirkeran karê xwe kirine û weke pêşiyan gotiye “dijminatî bêminetî  ye”. Lê berpirsiyarîya rewşenbîr û siyasetmedarên me jî di wê yekê de hebû ku ders ji wan serhildanan dernexistibûn û weke tecrube ji nifşên li pê xwe re nehiştibûn.  Ji ber vê yekê ye ku nevîyên M. Kemalê İngilîzperwer curet dikirin ku neviyên Xalid Begê Cibrî bi hevalbendiya İngilîzan sûcdar bike. Dema ku van rêzikan dinivîsînim û dinirxînim trajedîya Gelê Kurd ku weke ku Xalid Beg dibêje ‘ez jî endamê wî gelî me’, ji nuh de dijîm.
     
    Jîyan bi helwestan watedar dibe
     
    Jîyan helwest e. Mirov bi helwestan jîyana xwe watedar dike. Qesta min ne helwestên temaşekar in yên midaxelekar in. Mirov tê dinyayê, jîyanekê li ber xwe dibîne û dijî. Piraya însanan vêya weke nahmetekê (gencîneyekê)  dipejirînın, ji bo ku wateyeke nuh li jîyanê bar bikin tu sedeman nabînin, di çarçoveya jîyana li ber xwe dîtinin de tevdigerin, çalakbûna wan ji bo pêdiviyên vê jîyanê ne. Lê hinek jî vê çarçoveya ku li ser wan ferz bûye red dikin, pê nayên ser, ji xwe de dest bi guherînê dikin û doza jîyaneke nuh dikin. Ew şoreşger in. Wer bawer dikim ku Ahmed Arif ji ber vê yekê gotiye “Jîyan, tenê jîyan xerca kurm û kefzê ye” (yaşamak, sadece yaşamak, yosun, solucan harcıdır). Helwest ji alîkî ve ji xwe ber ava dibin, ji aliyê din ve bi mida-xeleya hest û ramanan tên avakirin. Di her du rewşan de bandora wasata civakî li ser avabûna wan heye û ew jî vedigerin bandorê li ser wasata civakî dikin. Her weha piştgeha helwestan hest, raman û çalakiyên me re ne û helwestên me re jî meyla li pişt hestyarî, ramyarî û çalakîyên me re ne. Ji ber aliyê helwestan yê jixweberî, bêyî ku mirov pê bihese ava dibin û mirov di hestyarî, ramyarî û çalakiyên xwe de bi wan dihese, gelek car sedemên helwestan jî ne zelal in.
     
    Nivîskarîya min
     
    Helwesta min a di hevkêşeya karê nivîskarî, xebata siyasi û jîyana rêxistinî de jî wisa ye. Kengî û bi çi sedeman ava bûye ji bo min jî ne pir zelal e. Lê di vî warî de, ez xwedîyê helwesteke wisa me: Karê nivîskariyê ji bo min tenê ku perçeyekî xebata sîyasî û jîyana rêxistinî be rewa ye. Ji xêndî xwe, ji bo tu kesên din jî wisa nafikirim, ango ev ne helwesteke giştî ye, bi taybet û tenê ji bo nivîskarîya min e. Weke sedemên vê helwestê dikanim du bûyeran nîşan bikim ku bandor li avabûna vê helwestê kirine.
    Yekem, di sala 1977an de em weke derdora DDKDa Îzmîrê ketin pêvajoya xwenirxandinê û gîhaştin wê qenetê ku Tevgera Azadiya Kurdîstanê li Bakur xetimî ye. Li gora me ev xetimandineke piralî bû. Aliyên vê xetimandinê yên teorik, sîyasî û kadroyî hebûn. Me bawer dikir ku xebata teorîk bi xwe, di wê demê de pratîkeke gelek girîng e û me wisa jî destnîşan dikir. Ji vê nirxandin û xwerexnekirinê me du kar danî ber xwe: Yek jê, li gor pêdiviyên kadroyên damezirenêr guherîna kesayetî bû, ya din jî di hin mijarên teorîk û siyasî de pisporbûn bû. Ev helwesta me ji aliyê kadroyên siyasi yên din ve weke helwestek teorîsîst, reva ji karê pratîk û siyasî hat rexnekirin. A rastî ne wê demê û ne tu demên din entelektuelîyek ji derveyî xebata siyasî û rêxistinî ji min re cazib nehatiye. Tu carî min mîsyoneke wisa li xwe bar nekiri ye. Lê dema ku ez ji nuha ve lê dinerim, di avabûna wê helwestê de ew rexne xwedî bandor e. Bi gotineke din, ew helwest mekanizmayeke parastinê ye li hemberî wan rexneyan. Bi wê helwestê ez dibêjim ez ne ew im û ez nabim ew.
    Duyem, piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê me biryar da ku watiniya sereke avakirina rêxistineke berxwedêr e. Ji bo avakirina rêxistina serbixweyên şoreşger me biryar girt û perçeyekî wê biryarê em 6 heval di Adara 1981ê de daketin Binxetê. Piştî xebata 2 salan me dît ku bi kadroyên li ber dest hene em nikanin rêxistineke berxwedêr û komunîst ava bikin, me dawî li hewldana xwe anî û her yek ji me bi biryara xwe ji Binxetê derket. Ez li dor 3 mehan li Binxetê bi tenê mam û min dest bi nivîsandina nirxandin û rexnekirina wê pêvajoyê kir. Bi qasî 100 rûpelan min nivîsand, lê her ku min dixwend min nivîsandina xwe nedieciband û ez îkna nedibûm ku ew tekst bersîva pêvajoyê dide û hêjayî weşanê ye. Sibehekê ez  rabûm û min rûpelên xwe gişt şewitandin û biryar da ku êdî vegerim Bakur. Biryareke nehênî û bêdeng jî ew bû ku ez ê nema rahêjim pênûsê. Pênûs bi xebata sîyasî û jîyana rêxistinî re watedar bû û ez di her du waran de jî bi ser neketibûm. Madem tu di xebata siyasî û jîyana rêxistinî de bi ser neketiye tu yê ji bo çi binivîsîne? Bi kurtayî helwest wisa ava bûye.
    Li dor 30-35 salan e ku gelek dost û heval, geh weke rexne geh weke gazind daxwaza nivîskariyê li min dikin. Ji xeynî min her kes bawer dike ku hem pêwîst e hem jî ez dikanim karê nivîsê bikim, lê ez nakim. Şika min jî êdî tê de tuneye ku heval biheq in ez neheq im. Lê axirê rast an şaş ez di hevkêşeya di navbêna karê nivîsînê, xebata siyasî û jîyana rêxistinî de xwediyê wê helwestê me û ev helwest kar û hest û ramanên min bi sînor dike. Bawerkirin zehmet be jî ez bi vê helwesta xwe re li hev im.
     
    Pêvajoya hevpeyvînê
     
    Ev gîrîzgeha dirêj ji bo vê gotınê bû: Ez ne nivîskarê vê pirtûka ku li ber destê we me. Ez axêverê vê pirtûkê me. Ger ne fedakarî, sebat û eksa her du mamosteyên hêja bûna pirtûkeke wisa dernediket holê. Ji bo min hevpeyvîneke dijwar û berhemdar bû. Her du mamoste jî ne kêmî min eks in. Bi pirsên xwe cî li min teng kirin. Carinan ez bi ber şermê xistim, carinan zor dan heşdayina min. Mixabin di rêgeha nava Stenbol, İzmir, Diyarbekir û Mêrdînê de min derfet nedît ku bi amadekariyeke tekûz derkevim hember mamosteyan. Pirs û xebata wan heq dikir ku ez bi amadekarî tev li hevpeyvînê bibim. Weke encam hevpeyvîneke dirêj û xwezayî  me li dû xwe hişt. Ev pirtûk ne nivîsareke akademik, ne bîranîn û ne lêpirsînek e. Ji bo min, bi du mamosteyên Kurdewar re, gereke 60 salan a li Kurdîstanê ye. Heya ku ji min hat min xwest ku pirsên hevalan bi awayekî xwezayî û bêhesab bibersivînim. Nuha bi xêra pirsên hevalan, hîn bi rêk û pêk difikirim.
    Hêvîdar im ku bi qasî min hun jî ji pirsên hevalan fêde bibînin. Di amadekirina ji bo weşan û redaktekirinê de jî min nexwest ku tahma axaftinê jê here û em ji xwezayîya hevpeyvînê bi dûr kevin. Lewra cîhên ku hewceyî ji nuh de nivîsîn û berfirehkirinê weke xwe man. Em li ser gelek mijaran peyivîn û hin mijar bi tena xwe nivîsîna pirtûkekê pêwîst dikir. Weke nimûne nirxandina eşîrên li Kurdîstanê, tunebûna dewletên navendî, periyadîzasyona serhildanên neteweyî, kuştina her du Seîdan, sîstema serweriya tirkan, jenosîda domdar hwd. Ger di van mijaran de ray û ramanên destnîşankirî rê li niqaşan veke em ê gîhaştibin armanca xwe.
    Weke adet mirov di pêşgotinê de sipasdariya xwe jî dinivîsîne. Lê ez mirovekî gelekî deyhndar im û dizanim ku bi sipasdariyan nikanim deyhnê xwe bidim. Di serî de deyhndarê netew û welatê xwe me ku ew bi navê xwe yê şêrîn Kurdîstan e. Duyem, deyhndarê hevalên xwe me ku di hevpeyvînê de jî min nikarîbû heqê wan ê li ser xwe bînim ziman (sedemek jê jî di mijara hevaltiyê de helwesta min a nehênî ye). Sêyem, malbata min e her ku di nav salan de diçim deyhndariya min zêde dibe. Çarem, di vê hevpeyvînê de di serî de mamoste Şemsedîn û Evdirehman, pişt re jî Baran, Seyidxan, Fewzî û Metîn ez ji nuh ve deyhndar kirim.
    Tevî ku ez ne nivîskarê vê pirtûkê me jî, berpirsiyarê her peyva di vê pirtukê de ez im. Li tenişta peyvan, ez bûm berpirsê rastnivîsa vê pirtûkê jî. Mamoste Şemsedîn û Evdirehman di mijara rastnivîsîna Kurmancî de xwedî helwestên cuda ne. Kurmanciya min jî ne dureh (melez) e, pirreh e û di nivîsînê de rê li pirsgirêkan vedike. Di mijara zimên de ne xwedî helwesteke tund im ne jî rastnivîsa Kurmancî baş dizanim. Bi awakî oportunîstî min helwestên her du ustadan li hev anî û bûm muxatabê rexneyên rastnivîsê jî.
    01.05.2012, Dêrika Çîyayê Mazî
    * * *
    * * *
    ROŞNA RA LEHÇAYA XO ZAZAKÎ, ZONÊ XO DÎNYAWÎ JU ALBUM
    Roşna 2010 de Albumê namê xo “Kilamê En Rindekê Kurdî” de têy kilama xo “Yêna” ca guret bî û goşdaran mabên de vejîyabî ser. 2012 de Roşna pê Albumê xo yê “Vîra Kerdî” Mûzîk-goşdaranê xo de êna têlewe.
     
    Seranê xo yê kişkekan de dest pê muzîk kena, bestekarîye û nuşnoxîya xo ra rengê û vengê xo bala ancena, mûzîgê Kurdî de tedarikê nefesê newî kena. “Vîra Kerdî“ de des kilamî estê, beste û nuşnoxa hêyşt kilaman Roşna bi xo wa. Kilamê bînî jî albumê Jan Arslan’î wo kî 2010 de vejîya bî û goşdaran ci ra zaf heskerd bî, o album ra amêy guretene.
     
    Album de redaksîyon Ayhan Evcî, Saksafon Brezîlyayij muzîkar Leandro Saînt-Hîll, buzukî û udd de dînya muzîkî de namedar Mehmet Erdem, Dawulde Sebastîan Bastî, perkusyon de Ata Guner û Yogî Jockusch, bas gîtar de Martîn Drees, gîtaran de Chrîs Harms, Bernd Hîlgert, Steven Pfeffer, keman de Huseyîn Kemanci, klarnette Goksun Çavdar , Akordîon de Ozge Metîn, klevyan de Gerrît Heîneman kedkarîye kerda..
     
    reqsê nî albumî pop û caz o, çekuyanê kilaman de zêde vateyê serê însanî, xerîb bîyene, têynatîye bi qeydê helbestvanîye xo kifş keno. Zazakî henî aseno kî vîndîbîyena xo nizdîya, sebra nayra zê mîrasê dînya êno qorîkerdene. Album hetê mîstîkê û rindekîya zarava zazakî, pêrune pîya têhet de ano verê çiman.
     
    Album Stanbol û Hamburg de hetê Pelrecords’î amo qeyd kerdene. Xeya Pelrecords’î muzîke Kurdî ra veng û reqisê newîyan pêyda kerdena. No albumo xas û rindek “Vîra Kerdî” Sony Music vila keno.
     









    Mafê Copyright © ya Rizgari Hemû mafên bikaranînê parastî ne.

    Dema hatî weşandin: 2012-07-06 (2985 car hatiye xwandin)

    [ Vegere paş ]
    Content ©

    Access Denied