
Bîst sal berê Nûbihara ku di Cotmeha 1992yan de dest bi weşana xwe kiribû, dîsa di vê meha Cotmehê de jimara xwe ya 121an ya payîzê weşand û bîst saliya xwe tije kir.
Wek ku tê zanîn Nûbihar ji sala 1992yan vir de heta niha bi Kurdî derketiye bi sedan îmzeyên cihê cihê di Nûbiharê de cih girtine.
Nûbihar di vê pêvajoya dûvdirêj de ji gelek kesan re bûye mekteb û gelek nivîskar cara yekem di Nûbiharê de nivîsên xwe nivîsîne û dest avêtine nivîskariyê.
Di vê jimara payîzê de nivîsên cûrbecûr, çi edebî çi lêkolînî, werger, hevpeyvîn û çend helbest cî digrin.
Wekî her car ev jimara Nûbiharê jî bi Kurdiyeke şêrîn xîtabî xwendevanên xwe dike…
Naveroka vê jimara Nûbiharê weha ye:
- Çare di wekheviyê de ye/Süleyman Çevik
- Di romanên Halîde Edîp Adivar de Kurd/Mehmed Emîn
- Keştiya bayê/Rojen Barnas
- Helbestek û sê xweyî/M Xalid Sadînî
- Rûpelên Amûdî; Seydayê min, Mele Ehmedê Herbî/Fawaz Husên
- Ji dûriyê re/Berken Bereh
- Yek ji alim û helbestvanên Kurd: Mele Nurullahê Godîşkî/Cîhad Bakirhan
- Şêx Hemzeyê Tilloyî û mersiyeya wî ya li ser Şêxê Hezîn/Mesûd Serfiraz
- Leylname: Çêja wêjeyeke resen/Jan Dost
- Gotinên wan derew in/Mewlana Celaleddînê Rûmî Ji Farsî: Hayrullah Acar
- Îslam û ziman û edebiyata Kurdî/Tehsîn Îbrahîm Doskî Ji tîpên Erebî: Kerem Lêwînî
- Wijdan/Abdullah İncekan
- Dayê/M Kaya
- Cemal Xeznedar: Me heta sala 1968an rojnameya Kurdistan nedîtibû/Hevpeyvîn: Kenanê Nado
- Projeya Medresetu’z-Zehrayê/Bedîuzzeman Seîd Nûrsî Werger Selman Dilovan
- Ey Yusifê xweşnavê me/Mewlana Celaleddînê Rûmî Ji Farsî: Hayrullah Acar
- Di rêzimana Kurdî de pirsgirêka “Bûn”, “Hebûn” û “Heyin”ê/Huseyn Şemrexî
- Enûşîrwanê adil û zincîra edaletê/Nîzamûl-mûlk (Hûseyn et-Tûsî) Wergera ji Erebî: M Nezîr Basneyî
- Warên Kurdan û Kurdên Sûdanê/Murad Celalî
- Şerefname de Mîreyê Mirdasîyan qismê Paliyî/Wisif Zozanî
- Azar û efxanên di dil/M Zahir Ertekin
- Kena telaştî/Hatîce Mollakendî
- Tirs/Hasan Polat
- Heqê Nan/Pîrê Kal
- Taybetmendiya avakirina Medresa Zehrayê li Kurdistanê/Ekrem Malbat
- Li Tirkiyê perwerdehiya Kurdî/Raif Yaman
- Dozger/Felat Dilgeş
- Acem Kurdî/Heyveron Omerî
- Rewşa Zimanê Kurdî yan jî Zimanê Kal û Pîran/Adil Yıldırımçakar
- Du heval û mazûvan/Seyda Ronahî
- Dom: Neteweke winda/Dilazad ART
- Ordeka Ava Cizîrê/Feqiyê Teyran Tanskrîpsyon: Xweşmêr
Şahidê jiyaneke bahozî: Şivan Perwer – Efsaneya Zindî

Yekemîn biyografiya berfireh ya hunermend, gotinnivîsar û çalakvanê mafê mirovan Şivan Perwer, ku beriya weşanê ji aliyê wî ve hatiye xwendin, ji nav weşanên Nûbiharê li Stenbolê derket.
Nivîskar Abdullah İncekan di xebata du salan ya bi navê Şivan Perwer – Efsaneya Zindî de jiyana vî hunermendê efsanewî li ber xwendevanan radixîne. Di dema amadekirinê de A. İncekan qîme xwe bi arşîvan neaniye û di sohbetên mehane de bi vî îkonê Kurd re ketiyê dû jiyana wî, bi wî re tevlî hin rêwîtî û konseran bûye, da ku ji destê yekem bibe agahdar.
Serokkomarê Avusturyayê Dr. Heinz Fischer, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji malbata wî Gülistan û Serxwebun Perwer, hevkarên wî yên demên cihê-cihê Dilşad Said, Hakan Akay, Erol Mutlu û Willi Resetarits, hevalên wî Ali Gedik, Amed Mardin, Gülten Kaya di kitêba bi Kurdî de bi anekdot, bîranîn, fikr û ramanên xwe li ser Şivan Perwer û hunera wî disekinin.
Di kitêba 312 rûpelî de çîroka hin stranên ku hunermend nivîsiye, paşsahneya hin berhemên wî, dîskografiya xebatên wî û agahiyên di heqê albuma nû Şivanname I – Gazind, ku demekê şûn da dertê, cî digrin. Kitêb bi du albûmên resiman, ku her yek jê ji 24 rûpelan pêk tê, jî balê dikşîne. Lipeyketina serpêhatiya vê jiyana bahozî bi fotoyên ji 1969î ta 2012an tameke din dide.
Nasnameya kitêbê:
Şivan Perwer – Efsaneya Zindî
Abdullah İncekan
312 rûpel, 48 rûpel wêne
ISBN: 978-605-5402-53-2
Weşanên Nûbiharê, Stenbol



* * *
KONFERANS
Rojhilata Navîn û Demokrasî
Rewsha îro li Suriyê û hesta Kurdan
12 Adar 2012, Saet 13.30 – 16.30
Congreszaal (Huis der Parlementsleden)
Leuvenseweg, 21 – 1009 Brussel
Di 12ê Adara 2012 de komkujiyek li Qamishlo pêk hat. Polîs û leshker, bi hêzên fashîst re, 30 hemwelatî kusht, 160 birîndar bûn, bi hezaran kes hate girtin û bûne sedema bi milyonan Euro zerera mal ji xelkê Kurd re.
Îro, 8 sal pash komkujiya Qamishlo, di dema xwepêshandan pêk tên gelek meriv têne birîndarkirin û kushtin. Roj nîne ku kushtina dehan kesan nabe û zor û zilma leshker bi awayekî sîstematîk e. Ji sedema vê shiddeta rejîmê temamiya herêmê di bin tengasiyeke dijwar de ye. Rews zêde xerab e.
Bi minasebeta bibîranîna komkujiya Qamishlo, em konferansekê di nava avahiya Senatoya Beljîka de amade dikin. Rewsha îroyîn ya Suriyê û Roshilata Navîn ewê were axaftin.
Bi beshdariya we ji bo vê konferansê emê shah bibin..
Moderator: Piet De Bruyn, Senator (N-VA), "Vlaanderen û Kurd”: Flaman çi rolî dikarin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî bilîzin?
Dr. Xalit ISA, dîrokzan, Rojhilata Navîn û demokrasî
Mr. Sheruan HASSAN, Berpirsiyarê tevgera Kurdî li Hollanda, Rewsha îroyîn li Suriyê û tewra Kurdan
Ludo De BRABANDER, Rojnamevan, mutehasisê Rojhilata Navîn, Xetera êrîsheke leshkerî ji derve
Pirs û bersiv, nêrîn bi beshdaran re.
Cî: Congreszaal (Huis der Parlementsleden), Leuvenseweg 21 - 1009 Brussel
Amadekarî: Piet De Bruyn, senator (N-VA)
Bi alîkariya Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) – Enstituya Kurdî ya Brukselê
Xwe nivîsîn ji bo beshdariyê shert e:
piet.debruyn@n-va.be, kongrakurdistan@gmail.com yan info@kurdishinstitute.be
*****
Bang!
8 ê Adar û di Kurdistanê de jin
8ê Adarê roja jinên kedkarên cîhanê de, em bi babeta di Kurdistanê de jin panelek amade dikin. Dost, heval û hogirên me ji panêla me re vexwendî ne.
Panêlê de bi dorê:
* Di Têkoşîna Rizgarîya Neteweyî ya Kurdistanê de Jina kurd.
* Di warê sosyal, siyasî, çandî û Jîyana ciwakî de Jina Kurd;
Van babetan wê bên gengeşekirin.
Moderator : Feyzîye Perîşan
Axaftwanan : Hatîce Yaşar (Xecê), Sebah Yakub (PYDK-S)
Mluk Caàferi (PDK-Î)
Muzîka Zindî : Ülkü Can
Cîh : Mozaik bibliothek-trefpunk
Staufacher strasse 101/a
8004-Zürich
Tarix : 10 Adar 2012
Seet : 16.00
Însîyatîfa Kurd Li Swîss
*****
Konferans
Endametiya Turkiyê bo YE û pirsgirêka Kurdî
02 Adar 2012, Saet 13.30-14u30, Vlaams Parlement
Antoon Van Dyck-zaal
Hertogsstraat, 6 – 1000 Brussel
Rojev
Saet
13.30 Xêrhatin û qehwe di Antoon Van Dyck-zaal de
14.00 Axaftina xêrhatinê
Marc Hendrickx (Parlementerê Flaman, N-VA) û Derwich M. Ferho, serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê
14.15 Prof. Dr. Dirk Rochtus, Lessius Antwerpen
“Turkiye ya federal dibe çareseriyek ji bo pirsgirêka Kurdan?”
14.35 Dogan Özgüden, berpirsiyarê Info-Türk
“Rola leshkerî li Turkiyê / bandora astengkirina çareseriya pirsgirêka Kurdî?
14.55 Ludo De Brabander, Vrede vzw
"Turkiye di çarçeweya jeostratejîk de”
15.15 Navber
15.30 Esat Canan, Parlementerê BDP
“Makezagona Turkiyê û pirsgirêka Kurdan, daxwazên Kurdan ji bo statuya zagonî”
15.50 Marc Hendrickx, Parlementerê Flaman (N-VA)
"Flanderen û Kurd: Parlementoya Flaman û tevgera Flaman ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî çi rolê dikarin bilîzin?”
16.05 Pirs, shîrove û bersiv
16.30 Daxuyanî
Amadekar.
Marc Hendrickx, Parlementerê Flaman (N-VA)
(B.a. : Enstituya Kurdî ya Brukselê, Vrede vzw û Info-Türk)
Ji bo beshdariyê xwe nivîsîn shert e: rik.verwaest@vlaamsparlement.be
Kurdish Institute of Brussels
Rue Bonneelsstraat 16, 1210 Brussel/Bruxelles - België/Belgique
Tel: 0032/(0)2.230.34.02 - Fax: 0032/(0)2.231.00.97
www.kurdishinstitute.be - www.facebook.com/kibrussels
Mafê Copyright © ya Rizgari Hemû mafên bikaranînê parastî ne.