Ji Weşanxaneya Ronahî berhemeke hêja derçû.
Ji Weşanxaneya Ronahî vê hefteyê berhemeke hêja derket. Nivîskar Enwer Karahan ku beriya niha xwediyê heft berheman e vê hefteyê bi Weşanxaneya Ronahî dengê xwe dubare gihand xwendekarên xwe. Vê carê bi şêwaza vegotinê berhemek bi navê “Mêlav”ê nivîsî û di vê berhemê de hestên penaberekî ku piştî bîst û salekê vedigere welatê xwe dan vegotin. Berhema wî ji 100 rûpelî pêk tê û edîtoriya berhemê ji aliyê Mihemed Ronahî ve hatiye kirin. Taybetiya zimanê nivîskar Enwer Karahan ew e ku bi rastî jî zimanekî herikbar û kurmancî bi kar tîne di berhemên xwe de. Xwendekarên kurd dema vê berhemê bixwînin dê ji jiyana xwe gelek tiştan din av berhemê de bibînin.


Pirtûka Occo Mahabad ya bi navê Êşên Qehbik derket...
Piştî pirtûka yekemîn, Occo Mahabad bi pirtûkek nû li pêşberî
me ye. Mijara pirtûkê bi temamî êş in.
Mahabad di pirtûka xwe de behsa êşên cur bi cur kiriye. Êşên siyasî, êşên eşq û evînê, êşên tenêtiyê, êşên veqetînê, êşên terikandinê û êşên din bi zimanekî cuda û hosteyî hatine honandin û nivîsandin...
Em dikarin bibêjin ku heta niha mijara êşê evqas xweş û baş nehatiye vegotin.
Pirtûk di warê xwe de ronesansa êşê ye...
Em bawer in ku hûn ê vê pirtûkê pir biecibînin û bi meraqeke mezin bixwînin...
Weşanxaneya Do
doyayinlari@hotmail.com
* * * * *
QÊRÎNA ZIMANÊ QEDEXE
Bawerî ji bê hêviyê xeniqî
û
derî jî hatibû girtin li ber rastî,
dil û mejî, mirovatî û azadiyê.
Ne heyv û ne jî roj bi ken diçurisîn êdî.
Mirov li pey cutina pariyê goştê hev veketibûn.
Çêlîkên gerdûnê bibûn neyarên wê.
û êdî,
Xeyal xewirî,
Xweza xeyidî bû,
Ji her tiştên jê çêbibû û afirîbû.
Lê dîsa em pêdiviyê maf in yê xwezaî,
Wek nan û avê.
Wek ax û hewayê.
Lê mixabe dîsa li vê gerduna rengînî,
Her peyvên Hovana kuştin û kuştin bû,
Li himber mirovê aşitîxwaz rind û hêja.
Bi dawî nabe çima bêrûmetî.
Zaxel ketine mafparêz di qesrê bê mirov.
Dad hatiye dagirkirin ji aliyê xêrnexwaza
û zindan tijebûn bi girtiyên bê guneh.
Lal digere ziman hîn jî bê zar e.
Bêdeng diqîre ev hest bêçare.
Tunebûm bi gotinên xweza kuja.
Ne bûm di ber nerînê reş û kor.
Ji aliyê xwedî yê xwe jî lal bûm.
Êdî bi navê Star û nemira diqîrim,
Di ser her koçên welat û cîhanê.
Bibûm navê dardakirin, tunekirin û kuştinê.
Li ser navê Rêberên Kurda.
Þêx Said, Seîd Riza, Qazî Mihemed, Qasimlo.
Lê îro bi navê Mazlûm, Agît û Zîlan ez diqîrim.
Bi dengê çalakî ya wan a pîroz ez dilîlîn im.
Bi zîrekî û ruhê cangorî,
Qedexeyê bê pîvan diqelêşim û ji holê radikim,
û
ji pêtê agirê ya xaka te neyara dişewitînim.
Bi lehiyê çemê te wan dixeniqîn im.
Xêrc dikim guhên ker û çavên girtî.
Êdî diqîrînim bi dengê Gotî.
Dadidim bi agirê Hurî û Med î.
Ku mafê me bi hovane hatibe cûtin
Ku ziman hezar caran bi qehpetî qedexe bûbe jî,
Ez ê biqêrînim bi bilindahiya Zîlan, Agirî, Bagok û Cûdî.
Êdî ji agirê hêz a gelê serbilind wan dişewitînim,
û
wan di nav gunehê wan de dixeniqînim.
Xwe di nava mêjiyê xwînmijan de diteqînim.
Li ser navê her ziman û mafê qedexe,
Diqîrim,
Diqîrim
Diqîrim
û
her diqîrim...