Evet, mi? Hayır mı? Boykot mu? Dördüncü Seçenek Yo...
N. Ferhat Sağnıç
Def yan Erbane
Xidir Ûso
PKK’nın mayınları- Dört yurtseverin öldürülm...
Ibrahim Güçlü
Medreseyén Neqşebendiyan - 8 -
Şakir Epözdemir
Diyarbekir’den (resimli) notlar
Yaşar Karadoğan
Murat Karayılan´ın dili mi varmadı?
Sedat Günçekti
E-Mail hat guhertin! E-Maila nu: inforizgari@yahoo.de                             E-Mail adresimiz degisti! Yeni E-Mail: inforizgari@yahoo.de                             Our E-Mail is changed! New E-Mail : inforizgari@yahoo.de                             Unsere E-Mail wurde geaendert: Neue E-Mail : inforizgari@yahoo.de                            
Video | Arşiv | İstatistik | Anket | Links | Email  
Nivîskarên Mêvan
C.Doğan:
Öymen ve Hitler’in zihinsel kardeşliği
Ferzan Bakur:
Ortadoğu, Siyaset ve Değişim
Fettah Karagöz:
Anayasa değişikliği ve Kürdler
Kadir Satık:
“Açılım”
M. Nureddin Yekta:
Kürdler Türk'ün dostudur ya Türkler?
Merîh Nergîs:
Kabilîn gölgesi
N. Ferhat Sağnıç:
Evet, mi? Hayır mı? Boykot mu? Dördüncü Seçenek Yok mu?
Rucan Keleş:
44 insanın katili kim?
Seyidxan Kurij:
Hevpeyvîn bi Îsmaîl Beşîkçî re
Siddîq Bozarslan:
95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) û Kurdan
Zinarê Xamo:
Anketeke pir girîng
Çalakî-panel-şahî..
Dosyaya Taybet
Pirtûk û kovar..
Vê gavê, 223 mêvan û 0 endam liserxetê ne.
  • Têketina Endaman
  • Ji Grûba Xebata Kurd a Neteweyi û Demokratik heya Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd(TEVKURD)
    Rizgarî Online - TEVKURD - Dosyaya Taybet



                                                                  
    GXKND ji Civîna 4 Îlonê a 2005an li Enqerê despê guftiguyan kir û di civîna 17-18 Çilêya Pêşîn 2005an li Amedê navê xwe ji raya Giştî re wek Grûba Xebata Kurd a Neteweyi û Demokratik ragihand. Di 26-27 Gulan 2007an de li Amedê  Kongra xwe a 3mîn de navê xwe guhert û kir Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd-TEVKURD
    Me jî wek malpera Rizgarî Online kurtepêvajoya TEVKURDê jî 2005an heya îro daxûyanî, nûçe û şîroveyên ku di derheqê GXKND/TEVKURD'ê li malpera me da hatine weşandin kir dosyeyek û ji xwendevanên malperê re pêşkeş dikin. Em hêvîdarin xwendevan/mêvanên malperê jê istîfade bikin.

    *Nivîsên ku hun dixwazin bixwînin bi kerema xwe pêlî linkê bikin.


    Ji medya û raya giştî re! - 08.04.2009 - TEVKURD/ Komîta Rêvebir a TEVKURD-ê roja 04.04.2008-an li Dîyarbekir civîna xwe pêkanî. Di civînê de li ser programê xebatê, realîzekirina komîsyonan û rewşa polîtîk ya pêlên dawî hate rawestandin. Herweha Rêveberîya me li ser encama hilbijartinên herêmî û nîqaşên li ser Konferans/Kongra Hewlêrê jî rawestîya. Di vê derheqê de bîrûraya Rêveberîya TEVKURD-ê ev in:

    Metnê Konferansa Ziwanê Kurdkî - 07.04.2009 - Roşan Lezgîn/ Konferansa Têwgera Neteweperwerîya Kurdî de Polîtîkaya Zimanî û Persa Lehçeyan” ke hetê TEVKURDî ra organîze bîyêne, roja 05.04.2009 Dîyarbekir de virazîya. Konferanse salona Otel Dedeman de saete 13.00 de dest pêkerd, saete 16.00 de temam bî. Konferanse de Mehemed Malmîsanîjî bi kirmanckî (zazkî) û Reşo Zîlanî zî bi kurmanckî qisey kerd, Mîrza Akarî zî modaretorîye kerde.

    Heta Kurd mafê çarenûsiya xwe bi dest nexin, pirsgirêkên zimanê Kurdî çareser nabin! - 06.04.2009 - Rizgarî Online/ Amed-TEVKURD di bin navê “Di tevgera neteweperweriya Kurdî de polîtîkaya zimanî û pirsa lehçeyan” de bi pêşkêşiya zimanzan, lêkolîner, nivîskar û wergêr Malmîsanij û Reşo Zîlan û bi moderatoriya Mîrza Akar û bi beşdariya nêzîkê 400 kesên siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, doçent, bijîşk, hiqûqnas, keç-xort, gundî, dezge û saziyên sivîl, ku mirov dikare bêje ji hemî beşên civakê li Amedê li Otêla Dedeman konferansekî lidarxist.

    Dema vegera Şivan Perwer diyar bû! 02.04.2009 - Rizgarî Online / Eva demeke dirêje ku hatina Şivan Perwer ya ji bo Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê di rojevê de ye. Lê, niha Weqfa Şivan Perwer vegera Ş. Perwer ji xwe re kiriye bername. Ji bo wî ye ku berpirsekî Weqfa Şivan Perwer ya bi navê Amed Mardîn hatiye Amedê û ji bo vegera Ş. Perwer bi sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinan çedike.

    Abdullah Demirtaş ji TEVKURD'ê alîkarî xwest! - 25.03.2009 - Rizgarî Online/ Amed-Îro 25.03. 2009'de namzetê şehredariyê ya navçeya Sûr'ê ya bi ser DTP'yê Abdullah Demirtaş û hevalê xwe seredana TEVKURD'ê kirin. Demirtaş di xaftina xwe de bal kişand ser rewşa helbijartinan û got:” ev têkoşîn êdî têkoşîna di navbeyna DTP û AKP yê de nîne. Têkoşîn, têkoşîna navbeyna Kurd û Tirkiyeyê de ye.”

    Ji TEVKURDê konferansek li ser ziman û lehçeyan - 23.03.2009 - Rizgarî Online/ TEVKURD, di 05. 04. 2009 de, konferansekî di bin navê ”Di tevgera neteweperweriya Kurdî de polîtîkaya zimanî û pirsa lehçeyan/Têwgerê neteweperweriya kurdî de polîtîkaya ziwanî û persa lehçeyan” , bi beşdariya zimanzan Malmîsanij û zimanzan Reşo Zîlan û bi moderatoriya Mîrza Akar saz dike.

    TEVKURD: Bang û Şermezarî! 20.03.2009 - Weke Tevgera Yekîtîya Neteweyî a Kurd (TEVKURD), ji bo ku di navbera hemû partî, grûb û alîyên sîyasî yên kurdan de bi perspektîfa yekîtîya neteweyî bloqa kurd-Kurdîstanî ya hilbijartinên herêmî avabibe em gelek xebitîn. Me di serî de hersê partîyên legal; DTP, HAKPAR, KADEP û wekîdin bi tevayî grûb û terefên siyasî re çendcar hevdîtin pêkanîn.

    Ji TEVKURDê panelek li ser bibîranîna Tevkujiya Helebcê 17.03.2009 - Rizgarî Online/ Jibo bîranîna tevkujiya Helebceyê di roja salvegera karesatê de ji layê Tevgera Neteweyiya Kurd (TEVKURD) ve panelek hate li dar xistin. Panel bi tevlîbûna zêdetir 200 kesî li salona konferans a otela Dedemanê pêk hat.

    Doza TEVKURDê, Komeleya Ehmedê Xaniyê, Ciwan-Kurdê û Weşana Rayê dest pê kir… 11.03.2009 - Îbrahîm GUÇLU/ Doza TEVKURDê, Komeleya Ehmedê Xanî, CIWAN-KURDê, Weşana Ray hat li dar xistin: Diruşmeya yekem di 10. 03. 209-an de pêk hat. Di vê dozê de bes ji bona min doz hatibû vekirin. Di merheleya lêpirsînê de min bi kurdî bîrûreyên xwe bi niviskî (4 rupel) pêşkêşî dozger kiribû. Dozger parêznameya min wernegerandibû kurdî, ku ez di parêznameyê de çi dibêjim, dîsa jî di derheqê min di Dadgeha Asliyeyê Cezayê ya 8-emîn ya Diyarbekîrê de doz vekiribû.

    Di 21. Salvegera Helebçeyê de Bîranîn û Semîner - 09.03.2009- Rizgarî Online/ BÎRANÎN Û SEMÎNER (Di 21. Salvegera Helebçeyê de Bîranîn û Semîner) Program -Vekirin û Rêzgirtin -Sînevîzyon -Semîner Derheqê Dawkirina Sûcên Şer, Dijî Mirovatîyê û Jenosîdê de Semîner- Moderator : Mîrza AKAR, A x a f t v a n: Avûkat Şêxmûs ULEK, Avûkat Sebahedîn KORKMAZ, Avûkat Aras Abid EKREM (Rêvebirê Komeleya Qurbanîyên Helebçeyê), Hoşmend M. M. YÛSIF (Şahid û mexdûrê jenosîda Helebçeyê)

    Ji doza TEVKURDê û kovara Roja Kurdê: beraat û ceza… - 06.03.2009 - Rizgarî Online/Îbrahîm GUÇLU-Di 03. 03. 2009-an de di derheqê min/me de du doz gihîştin encamê. Ev dozan di derheqê TEVKURDê û Kovara Roja Kurdê de bûn. Naveroka herdû dozan eynî bû. Lê di encamê de me ji Doza TEVKURDê ceza girt û ji Doza Roja Kurdê me beraat kir. Ez dixwazim li ser van dozan rawestim û reya giştî agahdar bikim, cotstandartî û nedemokratîkbûna dadweriya Komara Tirkiyeyê diyar bikim.

    Em xweparastinê red dikin! 05.03.200 - Rizgarî Online/ Doza li dij endamên Tevgera Neteweî ya Kurd ya li Ruha`yê qediya. Di doza ku parêzer û “tawanbar” xwe parastinê red kirine de, heryek ji Îbrahîm Guçlu, Arif Sevinç û Nadir Yektaş 1 sal, Eyup Karakeçi û Mehmet Kemal Ugurlu 10 meh û Fuad Onen jî 11 meh ceza xwarin. Doz di bin çavdêriya Hêzên Polayî ya Polêsan (Çevik Kuvvet Polisleri) de hat meşandinê.

    Dozgêr ji Tevkurdîyan re heta 3 salan cezayê hepsê dixwaze -  27.02.2009 - TEVKURD, wek qada siyasî li ber mahkeman jî bêîtaetkarîyê esas digre. Dawa Kurd-Kurdîstan bi bawerîyekî xwirt, bi zaniyarîyekî bilind û bi paradîgma mafê çarenûsî diparêze. Ji, xwe parastinê zêdetir, rûyê dewleta kolonyalîst teşhîr dike û hesabê dagirkerî, asîmîlasyon, înkar û îmha kirinên sedsala çûyîn dipirse.

    Helwesteke dereng mayî! - 25.02.2009 - TEVKURD/ Hevserokê DTPê Ahmet TURK, di 24-ê Sibata 2009-an de, li Parlamena Turkîyê, di civîna grûba partîya xwe de bi kurdî axaftinek kir.

    Tevkurd pêşwaziya şandeya Hak-Parê kir! - 25.02.2009 - Rizgarî Online/ Di çarçoveya xebata hilbijartinên heremî de, 23.02.2009, katjimêr 16.00 de şandeya Hak-Par`ê bi namzetê şehredariya bajarê mezin ya Amedê Hasan Daxtekîn û gelek namzet û hevalên xwe yên din ve serdana TEVKURD’ê kirin. Tevkurd, bi peyvdarê Tevkurd`ê Sabahattin Korkmaz û hevalên wî yên desteya birêvebir ve di xaniyê Tevkurdê de bi germ pêşwaziya şandeya Hak-Par´ê kirin.

    Ji bo TEVKURDê 5 doz û lêpirsînek; rexneyeke dostane… - 12.02.2009 - Îbrahîm GUÇLU / Xebata  TEVKURDê di 4-ê Îlona 2005-an de dest pê kir. Di destpêkê de Gruba Xebatê ya Demokratîk û Neteweyî ya Kurd, encama civîneke giştî li Enqereyê ava bû û pişt re jî di Kongreya 1-emîn ya Asayî de TEVKURD ava bû.

    TEVKURD: DTPê nexwest bloqa hevpeymanî ava bibe! - 08.02.2009 - Wek ku tê zanîn TEVKURDê di derheq Hilbijartinên Herêmî yên Adara 2009an de, ji bo ku di navbera hemû alîyên sîyasî yên Kurd/Kurdîstanî de bloqek hevpeymanî ava bibe hewldanek piralî dabû destpêkirin. TEVKURDê, nameyek sîyasî/fikrî(*"Bang Li Kurdîstanîyan/Ji Bo Hilbijartinên Herêmî Dest Bidin Hev")ku têde mafê desthilatdarîya netewa kurd diparêze û di Îdareyên Herêmî de daxwaza statuyeke de factoyî dike û neqşa rê("Ji raya giştî re"**)ya ji bo vê xebatê pêşnîyarî terefan kiribû û ji raya giştî re jî, dabû deklare kirin.

    Ji bo raya Kurd agahdarî 20.01.2009 - Wek ku tê zanîn di payîza çûyî de TEVKURD, li ser esasê mafê xwe bi xwe îdarekirinê û bi perspektîfa yekîtîya neteweyî ji bo ku di hilbijartinên herêmî yên Adara 2009an de tifaqek di navbera partî, grûb û layenên kurdan de pêkwere, hewldan û hevdîtinan dabû destpêkirin. Û, ev pêvajo/hewldan bi daxwiyanîyekî ji raya kurd re hatibû deklare kirin.

       









    Mafê Copyright © ya Rizgari Hemû mafên bikaranînê parastî ne.

    Dema hatî weşandin: 2007-10-07 (12968 car hatiye xwandin)

    [ Vegere paş ]
    Content ©

    Access Denied